HPG: Li Şengalê 8 çete hatin kuştin

HPG: Li Şengalê 8 çete hatin kuştin

Êrîşa ku çeteyên DAIŞ xwestin li herêmên Cudalê, Şilo û Sikêniyê yên Şengalê pêk bînin, rastî bersiva gerîlayên HPG’ê hat. Di şer û pevçûna ku rû da 8 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ xwestine 8’ê Mijdarê li herêmên Cudalê, Şilo û Sikeniyê yên girêdayî Şengalê operasyonekê li dar bixin, rastî bersiva hêzên gerîla hatine. HPG’ê got, “8’ê Mijdarê piştî nîvro li herêmên Cudalê, Şilo û Sikeniyê yên girêdayî Şengalê hewldaneke çeteyên DAIŞ a operasyonê çêbûye. Gerîlayên me di dema wê de bersiv dane hewldana çeteyan, 8 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne. Li ser vê yekê çete paşde çûne."