HPG’ê têkildarî çalakiyan û gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Amed û Colemergegê daxuyanî da. HPG’ê agahiyên 3 gerîlayên ku li Sêrtê jiyana xwe ji dest dane par ve kir.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Amed û Colemergegê daxuyanî da. HPG’ê agahiyên 3 gerîlayên ku li Sêrtê jiyana xwe ji dest dane par ve kir.
LI AMEDÊ ÇALAKÎ
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê, 20’ê Gulanê saet 14.10’an hêzên me bi ser yekîneyên leşkerî yên qereqola Zavita a bi ser Çelê ya Colemegê de bi çekên giran çalakiyek pêk anîne. Hijmara mirî û birîndarên leşkeran a di vê çalakiyê de zelal nebûye.
19’ê Gulanê saet 09.30’an bi ser leşkeran de ku li qereqola Angol a li ser rêya Amed-Çewlikê nobet digirtin çalakiyeke siûqastê pêk anîne û di leşkerek hatiye kuştin.
LI BAZIDÊ ZEXTA LI SER GUNDIYAN
Navenda Ragihandina HPG’ê her wiha diyar dike ku artêşa Tirk li Agiriyê li ser gundiyan zextan dike. Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê wiha tê gotin: Artêşa TC’ê ji bo ku gundên Inegê, Kulê, Gir, Slekosa, Şêx Mîra, Mişka, Kal Hesen û Demîrkapi yên qada Gilîdaxê ya navçeya Bazidê ya Agiriyê bide valakirin zextê li gundiyan dike. Her wiha destûr nayê dayin ku gelê herêmê ji zozanan ajalê xwe bidin hev.
AGAHIYÊN 3 GERÎLAYÊN KU JIYANA XWE JI DEST DANE
HPG’ê agahiyên nasnameya 3 gerîlayên ku 11’ê Gulanê jiyana xwe ji dest dane par ve kir. Di daxuyaniyê de têkildarî gerilayan wiha hate gotin:
11’ê Gulanê artêşa TC’ê operasyonek aniye mintiqeyên Girê Kaçê û Çemê Karê yên girêdayî qada Herekol a Sêrtê. Di operasyonê de di navbera hêzên me û artêşa TC’ê şerekî giran rû daye. Di şer de gelek leşker hatine kuştin û derbek li helîkoptêreke bi tîpa Skorsykyê hatiye xistin. Di vî şerî de 3 hevalên me derbên giran li dijmin xistine, heta bi guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.
Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Cûdî Şirnex
Nav û Paşnav: Sedat Erk
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Bahîre - Çavşîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 11 – 12 Gulan 2017 / Sêrt
***
Nav û Paşnav: Mehmet Reşît Ertene
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Fatİm - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 11 – 12 Gulan 2017 / Sêrt
***
Nasnav: Zana Botan
Nav û Paşnav: Doxan Aslan
Cihê Jidayikbûnê: -
Navê Dayik - Bav: Asriye - Bedrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 11 – 12 Gulan 2017 / Sêrt