HPG: Dîl dê sibe bên berdan

HPG: Dîl dê sibe bên berdan

HPG’ê ragihand ku, ew dê leşker û peywirdarên dewletê yên di destê wan de sibe berdin.

Daxuyaniya ku Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) dayî wiha ye:

“Li ser banga Rêberê me û daxwaza Konseya Rêveber ya KCK’ê duh Fermandariya Biryargeha HPG’ê ya me ji raya giştî re ragihandibû ku, ew dê Zîhnî Koç, Abdullah Sopçeler, Kemal Ekîncî, Nadir Ozgen, Kenan Erenoglû, Reşat Çaçan, Ramazan û Hadî Gîzlî yên di destê me de serbest berdin.

Em dê dîlan 13’ê Adarê (Sibe) radestî heyeta ku were herêma me bikin.”