HPG: Cebe bombe bi xwe teqand û gihiştiye şehadetê

HPG: Cebe bombe bi xwe teqand û gihiştiye şehadetê

HPG’ê ragihand ku gerîlayê HPG’ê Mehmet Şîrîn Cebe yê bi nasnavê Akîf Dogan, ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da, bombe bi xwe ve girêdaye û gihiştiye şeahdetê.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê gerîlayê HPG’ê Mehmet Şîrîn Cebe ku roja 13’ê çileyê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 13’ê Çile de Saet 14.00 Dema rêhavalê me Akîf ji bo bi erkekî rabe li navçeya Nisîbînê ya Mêrdînê pevçunek navbera polîsê tevgera taybet yê artêşa dagirker a tirk qewmîye, û ruxmê hevalê me giran birîndar bûye nêzî 45 deqeyan pevçun berdewam kiriye , hevalê me Akîf heta fîşkên xweyê dawî li ber xwe daye, û ji bo sax nekeve destê dijmin bombeya xwe bî xweve dî teqînê û tevlî Karwanê Şehîdên nemira dibe.”

Nasnameya gerîlayê HPG’ê wiha ye: Mehmet Şîrîn Cebe, bi nasnavê Akîf Dogan, li Mêrdînê ji dayik bûye.