Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî der barê êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla de weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de der barê çalakiyên gerîlayan de ev agahî hatin parvekirin:
LI HEFTANÎNÊ TANKEK HAT DERBKIRIN
“Roja 30’ê Tebaxê saet di navbera 08:30 – 12:00’an de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî çalakiyek li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li derdora herêma Şehîd Kendal a li ser xeta sînor a herêma Heftanînê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bi cih bûne li dar xistine. di çalakiya li vir li hemberî tevgera artêşa Tirk hat lidarxistin de tankek hatiye derbkirin, leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Dîsa saet di navbera 15:00 – 17:30’an de bi çekên giran leşkerên ku li derdora herêma Şehîd Kendal bi cih bûne hatine hedef xirtin. Çeper û wesayîteke dozer a li vir hatiye derbkirin, hejmara mirî û birîndaran jî nehatiye zelalkirin.
Roja 30’ê Tebaxê di saet 16:00’an de hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakî li hemberî leşkerên ku xwestine kûleyeke nû li qereqola Grana ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê çêbikin li dar xistine. hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin; artêşa Tirk xwestiye ku mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl rake. Gerîlayên me yên ku ev rewş ferq kirin, ev wesayît bi awayekî bi bandor hedef xirtine û neçar mane ku paşde vekişin. Artêşa Tirk roja 31’ê Tebaxê di saet 06:00’an de bi ambûlansan mirî û birîndarên xwe rakiriye.
Roja 30’ê Tebaxê di saet 21:30’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek sabotajê li hemberî 2 îstasyonên bazê yên Turkcell û Vodafone yên li herêma Geliyê Xumarok a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar xistine û di vê çalakiya sabotajê ya hat lidarxistin de îstasyonên bazê bi temamî hatine îmhakirin.
Rêya di navbera Colemêrg – Çelê de, rêya di navbera herêma Geliyê Doskî ya Geverê – qereqola Oremarê de, rêya di navbera herêma Mêrgezere – qereqolên Şitaza û Oremarê de, rêya di navbera gundê Derya yê girêdayî Şemzînanê – qereqola Bêzelê de di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye.
Roja 30’ê Tebaxê di saet 23:30’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek sabotajê li hemberî pira li sêgoşeya Bajêrgeh, Çilik, Zerîle yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistine û di vê çalakiya sabotajê de pir bi temamî hatiye rûxandin.
Roja 30’ê Tebaxê saet di navbera 09:00 – 09:30’an de hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakiyek li hemberî qereqola Êrîş a li ser xeta sînor a herêma Zapê li dar xistine. Di vê çalakiyê de çeper û wesayîtên zirxî yên di qereqolê de hatine hedefgirtin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatine îmhakirin, 5 wesayîtên zirxî jî hatine derbkirin û hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.
Roja 31’ê Tebaxê di saet 06:00’an hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakiyek li hemberî qereqola polîsan a bi nave 52 ya li navenda Silopiya ya Şirnexê li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên di hundirê qereqola bi bandor hatin hedefgirtin nehatiye zelalkirin.
LI HEMBERÎ ÎSTASYONA BAZÊ ÇALAKÎ
Roja 29’ê Tebaxê di saet 19:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek sabotajê li hemberî 2 îstasyonên bazê yên Turkcell û Avea yên li taxên Kale û Yenî yên li navenda navçeya Elbax a Wanê li dar xistine. Heman rojê hêzên me yên gerîla çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyona bazê ya Turkcell û Avea yên li nêzîkî gundê Çile yê girêdayî navçeya Mehmûdiyê ya Wanê li dar xistine û di her du çalakiyan de îstasyonên bazê bi temamî hatine îmhakirin.
Roja 30’ê Tebaxê di saet 05:45’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek sûîqestê li hemberî girê Meşkan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistine. Her wiha 5 çeper jî bi çekên BKC û B-7 hatine hedefgirtin. Di encama vê de leşkerek hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Balafirên keşfê û helîkopterên Kobra derdora gir gulebaran kirine, di heman demê de bi çekên A-4, obus û hewanan jî derdora gir hatiye bombebaran kirin. Encamên vê çalakiyê jî wê piştre bêne parvekirin.
Roja 27’ê Tebaxê ji aliyê tîmeke gerîlayên me ve li Taxa Tûrgût Ozal a li navenda navçeya Hezex a Şirnexê çalakiyek li hemberî wesayîteke zirxî ya Kobra li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên di vê wesayîta ku hat derbkirin de nehatiye zelalkirin. Tîma me ya çalakî kir piştre vegeriyane cihê xwe.
DI ÇALAKIYA GABARÊ DE 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Roja 30’ê Tebaxê di saet 14:00’an de ji aliyê tîma Sûîqestê ya Şehîd Harûn ve çalakiyek sûîqestê li hemberî Girê Şerefî yê girêdayî herêma Gabar a girêdayî Şirnexê li dar xistine. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk herêm û derdora wê bi obus û hewanan bombebaran kiriye.
Roja 30’ê Tebaxê di saet 13:30’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek li hemberî Girê Şêx ê girêdayî Gabarê li dar xistine. Di vê çalakiya ku li ser bingeha bersivdanê ji bo bîranîna du hevalên li Besta şehîd bûne hat lidarxistin, bi çekên giran û ferdî leşkerên li gir dimînin ji mesafeyekî nêz hatine hedefkirin. 2 kûleyên li gir hatine hedefgirtin û bi temamî hatine îmhakirin. Li vir bi awayekî zelal 3 leşker hatine kuştin. Tevî ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir e jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakiriye û herêm bi topên obusê û bi helîkopterên Kobra bombebaran kiriye.
LI NISÊBÎNÊ XEBATÊN KONTRA
Di van 15 rojên dawiyê de li navenda navçeya Nisêbîn a Mêrdînê agahiyeke zelal hatiye ku komeke çete ya xwe bi navê tevgera ciwanan a ji însiyatîfa gel dide naskirin heye. Ev koma çete û kontra nave sazî û rêxistinên welatparêz bi kar tîne û bi navê gerîlayan jî ketine nava hewldanan. Divê gelê me yê herêmê li hemberî vê yekîneya kontra hişyar û baldar be.
Roja 30’ê Tebaxê di saet 21:00’an de li ser rêya Berwarî ya Sêrtê û Bêzarê de kargehek çîmentoyê ya kesek AKP’yî ji aliyê tîma me ya gerîla ve hatiye hedefgirtin û hatiye şewitandin.
Roja 26’ê Tebaxê di saet 15:00’an de ji aliyê Tîma me ya gerîla ve çalakiyek li hemberî qereqola Polîsan a Navçeya Çermûg a navçeya Amedê hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku bi çekên ferdî û bombeyên dest hat kirin 2 polîs bi giranî birîndar bûne. Piştî çalakiyê bi piştgiriya cerdevanan re li gundên Kilindere û Kavarê operasyon hatiye destpêkirin.
LI AMEDÊ 2 POLÎS HATINE KUŞTIN
Roja 27’ê Tebaxê ji aliyê tîma me ya gerîla ve li navçeya Rezan a Amedê çalakiyek li hemberî wesayîta zirxî hatiye lidarxistin û wesayît hatiye derbkirin. Dîsa roja 30’ê Tebaxê di saet 13:30’an de li navçeya Peyas a Amedê çalakiyek li hemberî 2 polîsan hatiye lidarxistin û her 2 polîs jî hatine kuştin.
Roja 26’ê Tebaxê di saet 23:00’an de li navçeya Rezan a Amedê ji aliyê tîmeke me ya gerîla ve çalakiya sabotajê li hemberî wesayîtek zirxî hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 tîmên taybet birîndar bûne.
Roja 31’ê Tebaxê saet di navbera 07:00 – 09:00’an de artêşa Tirk li sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bi helîkopterên Skorsky sewqiyata leşkerî kiriye. Her wiha operasyona ku artêşa Tirk daye destpêkirin hîn didome.
Ev 4 roj in qereqola gundê Malabadê ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê, derdora qereqolê bi awayekî rasterast gulebaran dike. Ev demeke dirêje ku rêya di navbera Pasûr û Farqînê de di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye. Roja 30’ê Tebaxê saet di navbera 13:00 – 19:00’an de bi qasî 300 wesayîtên ku kom bûne kontrola nasnameyan hatiye kirin, piştî kontrola nasnameyan ji gelê kom bibû der barê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 22:00’an de ji aliyê hêzên me yên gerîla ve li hemberî treneke leşkerî ya ji Tetwan a Bedlîsê diçe Mûşê li ser pireke li navçeya Ezabkur a girêdayî Mûşê de çalakiyek sabotajê hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de pir hatiye îmhakirin û li gel vê 5 vagonên trenê jî îmha bûne, vagonên din jî derb xwarine. Tevî ku nûçeyên 5 leşker birîndar bûne têne çêkirin jî, lê hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de hîn zêdetirin. Her wiha rêya trenê hatiye girtin.
LI QERSÊ GERÎLAYÊN YJA STAR’Ê ÇALAKÎ LI DAR XISTIN: 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Roja 30’ê Tebaxê di saet 21:30’an de ji aliyê gerîlayên me yên HPG’ê û YJA Starê ve li navenda Qersê ji du baskan ve çalakiyek li hemberî avahiya Midûriyeta Polîsan û Qereqola Jendermeyan hatiye lidarxistin. Baskê 1. Kûlubeya ku çeka A-4 têde û kûlubeya nobetê ya li qereqola jendermeyan, baskê din leşkerên ku li pêşiya qereqolê nobet digirtin hedef girtiye. Çepera A-4 û kûlubeya nobetê hatine îmhakirin. 6 leşkerên ku li pêşiya qereqolê nobet digirtin jî bi çekên B-7, BKC û ferdî hatine hedefxirtin. Di encama vê de 2 leşker û 5 leşker jî li pêşiya avahiyê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
JI GERÎLAYAN JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN QAMÛŞAN ÇALAKÎ
Di çalakiya ku bi roketavêja B-7 a li avahiya Jendermeyan hat xistin de, wesayîtek zirxî ya li pêşiya avahiyê jî hatiye derbkirin. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Qamûşan şehîd ketine ji aliyê Tîma Şehîd Çavreş û Tîma Şehîd Hejar Sarikamiş ve hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku hejmara mirî û birîndaran hîn zêdetir 7 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Hêzên me yên ku çalakî li dar xist piştî çalakiyê bêyî windahî vegeriyane herêmên xwe.
Roja 30’ê Tebaxê di saet 22:55’an de ji aliyê tîmeke me yê gerîla ve li gundê Zorava yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de îstasyonek bazê ya Vodafone hatiye îmhakirin.
Roja 30’ê Tebaxê ji aliyê hêzên me yên gerîla ve çalakiyek li hemberî qereqola Harra ya girêdayî navçeya Erdîş a Wanê hat lidarxistin. 2 kûlubeyên nobetê bi çekên B-7, BKC û ferdî bi awayek bi bandor hatine hedefxirtin. Di encama bersivdana ji kûlubeyek din a nobetê de hêzên me bi awayek bêyî windahî bide ji herêma çalakiyê dûr ketine. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk nehatiye zelalkirin.
RÊYÊN DÊRSIMÊ DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN DE NE
Ji roja 17’ê Tebaxê û heya niha rêyên di navbera Dêrsim – Pulûr û Dêrsim – Erzincanê di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 30’ê Tebaxê di saet 00:30’an de artêşa Tirk qûntarên Mûservan û Zelê yên di navbera Dêrsim û Nazimiyeyê de bi helîkopterên Kobra xistiye. Piştî lêdanan helîkopterên Kobra ji herêmê vekişiyane.
Ev çend rojin ku hêzên artêşa Tirk bi armanca çavdêriyê derdikevin herêma Geliyê Mûnzûrê. Bi taybet jî li herêmên Peter, Gafat û Veng’ê xwe vedişêrin û xebatên çavdêriyê dimeşînin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 17:30’an de hêzên me yên gerîla rêyên di navbera Goztepe û Danaboran ên girêdayî navçeya Mazgêrd ê Dêrsimê de xistine bin kontrola xwe. Di dema kontrolkirinê de wesayîtek Serokatiya AKP’ê ya navçeya Mazgêrdê hatiye şewitandin.”
TEVGERA HEWAYÎ DIDOME
HPG’ê diyar kir ku tevgera hewayî ya artêşa Tirk didome. HPG’ê got, “Roja 31’ê Tebaxê saet di navbera 00:00 – 01:30’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Garê, roja 30’ê Tebaxê saet di navbera 07:30 – 10:00 û saet 19:30 û roja 31’ê Tebaxê saet 05:30’an de li ser herêam Zapê keşif pêk anîne. Her wiha roja 31’ê Tebaxê saet di navbera 06:00 – 07:00’an de li ser herêma Zapê de tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk qewimiye.”
BOMBERDÛMANÊN LI HEMBERÎ HERÊMÊN GERÎLA
HPG’ê der barê êrîşên bi hewan, obus û tankan jî ev agahî parve kir:
“Roja 30’ê Tebaxê saet di navbera 05:30 – 09:30 û 15:30 – 16:30’an de qereqola Êrîş a li ser xeta sînor a herêma Zapê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; herêmên girê Xeregol, Canmeda, Gundê Zêrê, Mergeşînê, Şelalê û Dola Şîfreza û derdorên wan, saet di navbera 13:00 – 13:00’an de qereqolên Serê Sêvê û Tepê Ortê; herêmên Teoê Sor û Tepê Çarçerê bi obus û hewanan bombebaran kiriye. Dîsa roja 31’ê Tebaxê saet di navbera 05:30 – 06:30’an de Alaya Bilîcan; herêmên derdora xwe, saet di navbera 06:00 – 06:30’an de jî qereqola Şkêr; herêma Latê Kewa bi tankan bombebaran kiriye.
Roja 30’ê Tebaxê saet di navbera 18:00 – 19:00’an de qereqolên Şivan û Tepê Çete yên li ser xeta sînor a herêma Heftanînê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; herêmên Girê Partîzan û Qesrokê bi obus û hawanan bombebaran kiriye.”