Hozat: Bi vî rengî bidome wê Erdogan mîna Hîtler xwe bikuje

"Rewşa Erdogan dişibe rewşa Hîtler a sala 1944'an. Ev rewş û rêveçûn wê bike ku Erdogan xwe bi xwe bikuje. Rewşa xwekuştinê ye."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameya "Ulkeden" ya News Channel TV bû û rojeva heyî nirxand.

'TIRKIYE BI DÎKTATORIYEKE FAŞÎST TÊ BIRÊVEBIRIN'

Hozat destnîşan kir, ku Tirkiye niha bi dîktatoriyeke faşîst tê birêvebirin û got, "Ev rejîm rejîmeke dîktator a faşîst e. Di rêveberiya vê rejîmê de jî dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî heye. Bi neteweperestî, nîjadperestî û îdeolojiyeke olperestî-mezhebperestî hewl didin çandeke nû, rastiyeke nû ya civakî bafirînin. Bala xwe bidinê, mufredata perwerdeyê jî guherandin. Di avakirina civakê de cihê perwerdeyê gelekî girîng e. Bi sîstema perwerdeyê ya ji bo zarokên şeş-heft salî re, rejîm hewl dide civakek, ciwanên li gorî xwe bafirînin. Mufredat bi temamî li gorî paradîgmaya AKP'ê hate guhertin û ev mufredat xwe dispêre îdeolojiyeke tekperest, olperest û neteweperest. Cihêrengiya etnîkî, bawerî û çandî red dike."

'DIXWAZIN FAŞÎZMÊ CIVAKÎ BIKIN'

Hozat işaret bi kiryarên Rewşa Awarte kir û got, "Îro li Tirkiyeyê bi mîlyonan mirov bê kar in. Şîdeta li jinê tê kirin di asteke gelekî bilind de ye. Rizandina civakî, têkçûna exlaqî di asteke bê sînor de ye. Bi pêkanînên xwe yên rizandin û jihevxistina civakî re dixwaze rejîma xwe ya faşîst qirker mayinde bike, civakî bike. Ji xwe ji ber vê yekê pêwîstiyê bi Rewşa Awarte dibîne. Tirkiye êdî di nava pêvajoyekê de ye ku xwe dispêre rejîmeke faşîst dîktator a Rewşa Awarte. Xuya ye ev pêvajo zû bi zû naqede. AKP û MHP ji bo van polîtîkayên xwe bi cih bîne, pêwîstiyê bi Rewşa Awarte dibînin û timî dema wê dirêj dikin."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, şaş e ku helwesta civaka Tirkiyeyê ya di refearndûmê de nîşan da û desteka ji bo meşa edaletê weke piştgiriya ji bo CHP'ê were nirxandin û anî ziman, ku divê ev helwest weke sekna têkoşîna gel a li dijî dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî bê dîtin.

Hozat got, "Ya rast, aliyekî bi xêr ê dirêjkirian Rewşa Awarte heye. Ev xêra wê jî wiha ye: ev rewş her ku tê dirêjkirin, emrê AKP'ê û vê dîktatoriya faşîst kin dike."

'KÊM MA YE AKP DI KENDÊL DE WER BIBE'

Hozat bibîr xist, ku welê li Tirkiyeyê hatiye êdî kes naxwaze pê re tifaqa stratejîk bike, bi hevalbendên xwe re jî bûye xwedî gelek pirsgirêkan, gav bi tav tenê dimîne û ev nirxandin kir:

"Rewşa heyî ya Tirkiyeyê dişibe rewşa Elmanyayê ya navbera salên 1940-45'an dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Dişibe pêvajoyeke ku faşîzma Hîtler êdî têk çû, ji hev ket û pîvanên demokratîk derketin pêş. Rewşa Erdogan dişibe rewşa Hîtler a sala 1944'an. Eger bi vî rengî bidome Erdogan wê xwe bi xwe bikuje. Ev yek rewşa xwekuştinê ye. Em bala xwe bidin ser rewşa Tirkiyeyê; wê çaxê zexta li ser Elmanyayê hate girankirin, hat îzole û tecrîdkirin, cîhan tev li dijî faşîzma Elman bû ye. Niha jî her kes li dijî faşîzma li Tirkiyeyê helwestê nîşan dide. Tirkiye gav bi gav bi tenê dimîne, tecrîd dibe. Dostê Tirkiyeyê nema û li ti cihî jî êdî bawerî pê nemaye. Kesek naxwaze pê re têkiliyeke stratejîk deyne. Hevalbendên stratejîk ên berê yên Tirkiyeyê jî îro ketine wê rewşê ku li hevalbendiya xwe dipirsin û di vê mijarê de rewşeke qels derketiye holê. Tirkiye hevalbendê Amerîka ye, lê têkiliya bi Amerîka re bi pirsgirêk e. Di navbera Tirkiye û Ewropayê de pirsgirêkên giran hene. Krîza bi Elmanyayê nîşaneya berbiçav a vê yekê ye. Elmanya welatê yekemîn ê NATO ye û ev yek jî tê wê wateyê ku bi NATO'yê re pirsgirêkên cidî dijî. Bi welatên herêmê re jî di nava heman rewşê de ye. Şer û nakokiyên bi Sûriye û Iraqê re ev encama berbiçav afirandiye. Bi Îranê re dixwaze di ser pirsgirêka Kurd re tiştekî bike, lê ev ê bi ser nekeve. Tirkiye hewl dide bi Rûsyayê re li ser axa Sûriyeyê têkilî û tifaqekê bike. Ev têkilî û tifaq stratejîk nîne. Rûsya bi rejîmeke ku bawerî pê nabe tifaq û têkiliyeke stratejîk danîne. Rûsya dewleteke pragratîk e û di rewşa heyî de têkiliyên taktîkî dike. Balafira wan hate xistin, sefîrê wan ê bilind hate kuştin, gelo ev ê bi vî rengî bimîne? Rûsya wê gav bi gav vê yekê ji bêvila Tirkiyeyê bîne. Li herêmê û li qada navneteweyî dostê Tirkiyeyê, hevalbendên wê yên stratejîk nemaye. Bi rengekî cidî hejiya ye. AKP'ê Tirkiye anî ber întixarê. Li ber kendêl e, kêm maye tê wer bibe."

AKP BÛ DAIŞ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman, ku Tirkiye û Qatar ji aliyê zîhniyet û îdeolojiyê ve yek in, ev yek hêzên din ên herêmê aciz dike, lewma tifaqa yekane ya Tirkiyeyê li herêmê tenê Qatar maye û got, "Bi Qatarê re polîtîkayên cidî kirin. Bi rengekî cidî piştgirî dan DAIŞ'ê. Qatarê di ser Tirkiyeyê re alîkariya fînansî da DAIŞ'ê, El Nûsra û Îhvanê. Tirkiyeyê jî, Qatarê jî piştgirî dan van heman rêxistinên çete. Sedema xwe çi ye? Erdogan û kadroyên bingehîn ên AKP'ê, endamên Îhvan in. Ne mîna Îhvan a li Misirê ne, divê mirov tevlîhev nekin. Feraseta AKP'ê ya Îhvan, ji ya li Misirê jî wêdetir e. Hê bêhtir ji aliyê îdeolojîk ve nêzî El Qaîde îû DAIŞ'ê bû. Bi wan re bû yek. Lewma AKP bû DAIŞ. Qatarê piştgiriyeke cidî da DAIŞ'ê, El Nûs,ra Ahrar El Şam û Îhvanê. Hikumeta li Qatarê ji xwe hikumeteke alîgirê Îhvan e. Di vî warî de gelekî dişibe Tirkiyeyê."

Hozat bibîr xist, ku di rewşa heyî de ji bilî Qatarê hêzeke ku Tirkiye karibe pê re tifaqê bike nemaye û got, "Di nava îzolasyoneke giran de ye. Li hundir jî qutbûnek heye. Li dijî vê rejîma dîktatorî ya faşîst, nerazîbûn û hêrseke gelekî mezin a civakî heye. Ji bo vê yekê bitepisîne, bi rêya Rewşa Awarte û biryarnameyan êrîşên faşîst dike, bi polîtîkayên qirkirinê hewl dide hebûna xwe biparêze. Ya ku divê ji vê rewşê bê fêhmkirin; têkçûna Tirkiyeyê ye. AKP'ê Tirkiye aniye wê nuqteyê ku ji hev bikeve, ji hev belav bibe û biqede."

'KURD TESLÎM NABIN'

Di dewama axaftina xwe de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da zanîn, ku AKP bi rêya Huda-Parê li Kurdistanê pêkanînên koledariyê, asîmîlasyon û qirkirinê dimeşîne û got, "Lê belê ev yek di nava civaka Kurdistanê de bi ser nakeve. Ji ber ku civaka Kurdistanê di asteke girîng de hişyar bûye, xwe bi rêxistin kiriye û bûye xwedî hişmendiya azadiyê. Lazim e AKP êdî vê fêm bike. Bi kurtasî, Kurd ne gelekî welê ye ku bi pêkanînên asîmîlasyon û qirkirinê karibe teslîm bê kirin. Zext, faşîzm û êrîşên AKP'ê ancax hêrs û nerazîbûna Kurdan mezin dike. Ez vê yekê ji komkujiya Dersimê dizanim. Ez jî zarokek ji ber komkujiya Dersimê ma me. Komkujiya Dersimê bi temamî ji bo teslîmgirtinê hate kirin. Malbata min yek ji şahidên komkujiyê ye. Zext, faşîzm, operasyon û şîdeteke gelekî giran hebû. Xwe vedigirtin, dibe ku dengê xwe nekarîbûn zêde derxînin, lê belê di nava xwe de xwedî hêrs û nefreteke gelekî mezin bûn. Ji ber vê yekê bi hezaran kesî berê xwe dan nava refên gerîla, nava refên PKK'ê. Tevlî nava tevgerên çep, sosyalîst şoreşger bûn. Wê têkoşînê dewam kir. Wê berxwedanê dewam kir. Îro Dersim bû dergûşa gerîla, dergûşa têkoşîn û berxwedanê. Eger qala Dersimeke xweser tê kirin, qala Kurdistaneke xweser tê kirin, berxwedaneke bêhempa tê kirin ev yek ji ber wê yekê ye ku gel serê xwe li ber polîtîkayên teslîmgirtin û qirkirinê netewand."

Di dawiya axaftina xwe de Hozat got, "Me di refeandûmê de dît. Li Cizîr, Gever, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û Sûrê, tevî ku bi sedan mirov li pêş çavên tevahiya cîhanê bi saxî hatin şewitandin, 70-80 ji sedî dengê NA derket. Ji vir jî tê fêhmkirin ku ev gel ti carî serî natewîne. Ev gel wê li dijî faşîzmê têbikoşe, li ber xwe bide. Ev gel dilsozê azadiya xwe ye. Hestên welatparêziyê, çanda berxwedanê ya vî gelî gelekî xurt e. Hesta rûmetê ya vî gelî gelekî bi hêz e. Em zarokên vî gelî ne."

Hozat bal kişand ser aqûbeta Hîtler û destnîşan kir, ku dawiya Erdogan û Bahçelî jî wê bi heman rengî be û yên bi ser bikevin wê demokrasî, Kurd, Elewî, jin, gelên Tirkiyeyê be.