Hollanda wê di êrîşên hewayî yên li dijî DAIŞ’ê de cih bigire

Hikûmeta Hollandayê da xuyakirin ku li Sûriyeyê di êrîşên hewayî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de wê cihê xwe bigire.

Hikûmeta Hollandayê da xuyakirin ku li Sûriyeyê di êrîşên hewayî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de wê cihê xwe bigire.

Hikûmeta Hollanda di daxuyaniyê de da xuyakirin ku daxwaza Fransa û DYA bi erênî pêşwazî kiriye û ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hê bêtir encamgir be wê di êrîşên hewayî de cih bigire.

Di daxuyaniyê ji Wezareta Parastinê ya Hollandayê de hat diyarkirin ku ji Cotmeha 2014’an ve Hollanda di operasyonên hewayî yên li dijî DAIŞ’ê yên li Iraqê pêk tên dibe, wê di Sûriyeyê de jî cih bigire.