Hollanda: Geşedanên li Tirkiyeyê fikara me zêde dike
Hollanda: Geşedanên li Tirkiyeyê fikara me zêde dike
Hollanda: Geşedanên li Tirkiyeyê fikara me zêde dike
Wezîrê Karê Derve yê Hollandayê Frans Tîmmermans, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi destpêkirina pêvajoya berxwedana Parqa Gezî re di mijara binpêkirina mafan de fikarên wan zêde dibin û da zanîn ku hikûmeta tirk der barê hêza bê sînor ya polîsan de tu tiştek nekiriye.
Tîmmmermans, bersiv da pêşnûmeya parlamenterê Partiya Demokrat ya Xiristiyan(CDA) Pîeter Herman Omtzîngt a der barê berxwdana Parqa Gezî.
Tîmmermans bi taybetî piştî protestoyên Geziyê di mijara azadiya çapemeniyê de zehmetî tên kişandin û her wiha li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran, herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtîne.
Timmermans wiha got: “Ez pir vekirî bêjim ku geşedanên li Tirkiyeyê fikara me zêde dike. Di protestoyên gezî de 5 kes mirin, 180 birîndar bû û 3600 hezar hatin binçavkirin û 160 jî hatin girtin.”