Hoffmann di salvegera şehadetê de li Cenevreyê hate bîranîn
Şervana enternasyonalîst Avaşîn Têkoşîn Guneş (Ivana Hoffmann) a li Rojava di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate bîranîn.
Şervana enternasyonalîst Avaşîn Têkoşîn Guneş (Ivana Hoffmann) a li Rojava di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate bîranîn.
Hoffman di salvegera sêyemîn a şehadeta xwe de ji aliyê dost û hevrêyên xwe ve hate bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Kurd a li Cenevreyê pêk hat û ji aliyê saziya bi navê Secours Rouge International (Alîkariya destpêkê ya Sor) ve hate organîzekirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, bi navê saziya 'Alîkariya destêkê ya Sor' û nûnertiya MLKP'ê axaftin hate kirin. Qisekeran destnîşan kir ku divê têkoşîna rûmetê ya Hoffmann a li dijî DAÎŞ'ê kiriye neyê jibîrkirin û xwedî li vê têkoşînê bê derketin.
Di merasîma bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan, têkoşîna şoreşgerî ya Ivana Hoffmann hate nîşandan. Merasîm bi qîrîna dirûşman qediya.