Hiso: Helwesta me zelal e, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên li ser Rojava da û got ku “Heke Tirkiye êrîşî Rojava bike, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso, geşedanên dawîn ji ANF’ê re nirxand.

Hiso diyar kir ku Erdogan dijminatiya xweseriya demokratîk a Rojava dike û bal kişand ser vî tiştî ku ji sala 2011’an û heta niha dewleta Tirk xwe dixe nav karên navxweyî yên Sûriyeyê.

Hiso got ku “Erdogan bi OSO û çeteyên DAÎŞ’ê re hevkariyê dike lê a niha em dibînin ku Erdogan van çeteyan yeko yeko difiroşe. Beriya ku DAÎŞ were têkbirin her kesî dizanibû ku herî zêde dewleta Tirk piştgiriyê dide DAÎŞ’ê. Di dema berxwedana Kobanê de ev zelal bû. Hedefa bingehîn a dewleta Tirk ev e ku êrîşî xweseriya demokratîk a Rojava bike. Ji ber wê jî êrîşî Efrînê kir. Têkoşîna me ji bo Sûriyeyeke demokratîk e. Heke em di vî warî de bi ser bikevin, wê projeya Erdogan têk biçe. A niha li ser axa Sûriyeyê DAÎŞ têk çûye. Helwesta me gelekî zelal e. Em ê projeya xwe biparêzin. Dewleta Tirk Efrîn, Îdlîb, Cerablûs, Bab û Ezaz dagir kirine. Hebûna wê ya li Sûriyeyê ne rewa ye.”

‘ERDOGAN DIXWAZE ÊRÎŞÎ WAN HERÊMAN BIKE YÊN KU DAÎŞ LÊ TÊK ÇÛYE’

Hiso diyar kir ku Erdogan di hilbijartina herêmî de derbeke mezin xwariye û got ku “Tirkiye ketiye nav krîzeke mezin. Tirkiye endamê NATO’yê ye. Ji ber vê jî tawîzan dide Rûsyayê. Têkiliya wê ya bi Rûsyayê jî ji bo şerê li dijî me ye. Ligel ku qedexe ye Tirkiye fuzeyên S-400 bikire, bi Rûsyayê re peyman îmze kir. Ev kirîn, ji bo Rûsyayê hate kirin. Her kes dizane ku Erdogan niha dixwaze êrîşî wan deran bike, yên ku berê DAÎŞ lê bûn. Tirkiye ketiye nav krîzeke mezin, ji ber vê jî bi gefên li ser projeya me, dixwaze gelê xwe li ser lingan bihêlin. Tekane armanca Tirkiyeyê ev e ku, li Sûriyeyê avadaniya demokratîk ji holê rake. Li cihên ku Tirkiyeyê ew der dagir kiriye, El Nûsra heye. Çeteyên li wê derê li hemberî cîhanê tehdîdeke mezin in. Berê endamên DAÎŞ’ê ji Tirkiyeyê dihatin Sûriyeyê. Niha ew çete ew ê çawa ji wir derkevin? Ber bi dawiya şerê Baxozê, çeteyên li Efrîn û Îdlîbê diyar dikirin ku divê ew piştgiriyê bidin birayên xwe yên li Baxozê. Ev jî diyar dike ku Tirkiye bi çeteyên DAÎŞ’ê re hevkariyê dikin. Ji ber vê jî Tirkiye hewl dide êrîşan bike. QSD’ê çend roj berê ji Tirkiyeyê xwest ku Tirkiye ku der dagir kiriye, bila ji wir derkeve. Tirkiye di siyaseta navxweyî û derve de têk çû. Li qada navneteweyî li dijî Tirkiyeyê nerazîbûneke mezin heye. Zext li ser gelan tê kirin.”

‘SIYASETA TIRKKIRINÊ TÊ KIRIN’

Hiso di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Niha rewşa mûxalefeta Tirkiyeyê jî ne diyar e. Rûsya ji bo çareserkirina aloziyên li Îdlîbê zextan li Tirkiyeyê dike. Erdogan nizane ku ew ê çeteyên xwe bibe ku derê? Gelo wê rewşeke nû ya Xûtayê derkeve olê? Tirkiye di heman demê de dixwaze Kurdan qir bike. Ev tişt bi zelalî li Efrînê hate dîtin. Tirkiyeyê Kurd ji Efrînê derxist û li wan deran siyaseta Tirkkirinê didomîne. Li cihên ku ne axa wê ye, perwerdehiya bi Tirkî dike. Tirkiye van rojan dîsa ji ser Rûsyayê dixwaze tiştinan bike. Lê em ê projeya xwe biparêzin. Em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk dixebitin. Divê hemû cîhan fedakariya QSD’ê bibîne. DAÎŞ ne bi tenê li Sûriyeyê ji bo cîhanê jî xetereyeke mezin e. Ji ber vê jî hemû cîhan deyndarê QSD’ê ye.”

‘GELÊ EFRÎNÊ DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKE’

Hiso diyar kir ku hemû cîhanê çavê xwe ji qetlîama Efrînê re girtiye û got ku “Heke piştgiriya navneteweyî tunebûya, Erdogan wê nikaribûya Efrînê dagir bike. Lê rewşa li Rojava naşibe wekî ya Efrînê. YPG û YPJ ji bo azadkirina Efrînê li dijî dagirkeran şer dike. Jinên Efrînê dagirkeriyê qebûl nakin. Çareseriya li Sûriyeyê divê di nava Sûriyeyê de pêk were. Yên ku gel qetil kirine, divê li derveyî van pêvajoyan bin. Divê em çareseriyekê bibînin. Astana û Cenevre tu problem çareser nekir. Rejîma Esad dixwaze vegere salên beriya 2011’an lê ev tişt ji aliyê me qet ne mumkun e. Divê rejîm fikra xwe biguherîne. Niha li Sûriyeyê, polîtîkaya herî serkeftî ya me ye. Heke Tirkiye êrîşî Rojava bike, em ê heta dawiyê xwe biparêzin. Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku em layîqî QSD’ê bin, em ê vî tiştî bikin.”