'Hişmendiya faşîst a Tayyip dixwaze xwînê birijîne'
'Hişmendiya faşîst a Tayyip dixwaze xwînê birijîne'
'Hişmendiya faşîst a Tayyip dixwaze xwînê birijîne'
Dayikên Aştiyê ku çûn ser xeta sînor a Qamişloyê, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê şermezar kirin. Dayikan da zanîn ku ger pêwîst bike ew ê bibin mertalên zindî û derbasî aliyê din ê sînor bibin.
Di rojên buhrî de, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê, li ser sînorê Qamişloyê çalakiyek hate lidarxistin û leşkerên Tirk êrîşî çalakiyê kiribûn. Bi armanca şermezarkirina van êrîşan îro Dayikên Aştiyê meşiyan ser sînorê Qamişlo. Tevî Hevşaredarê Nisêbînê Şebahattîn Guler, Zînet Guler, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, bi sedan kes amade bûn. Di meşê de dirûşmayên weke “Şehîd Namirin”, "Bijî Berxwedana Kobanê", "Dîsa dîsa serhildan Seroke me Ocalan" hatin gotin.
Li ser navê Dayikên Aştiyê Emîne Adiguzel axivî û diyar kir ku divê her kesê xwedî wijdan, xwedî li Kobanê derkevin û xwest qîrîna Remezan Arifê 8 salî yê ji Kobanê bê bihîstin. Adiguzel da zanîn ku Remezan Arif ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest da, lê Serokomarê Tirk fermana komkujiyan dide û got: “Hişmendiya faşîst a Tayyip dixwaze xwînê birijîne.”
Adiguzel diyar kir ku ew amade ne ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê derbasî Rojava bibin û bibin mertal. Adiguzel got: “Kobanê ya me ye û wê ya me bimîne.” Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî diyar kir ku bi rojan e gelê Nisêbînê li ser piyan e û wê her tim li ser piyan be. Kaya got: “Em ê heta serkeftina Kobanê li ser piyan bin. Ji bo me Nisêbîn çi be Kobanê jî ew e. Bila dewleta Tirk ji Beşîrê li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da şerm bike. Ma di destê Beşîr de çek hebû? Leşkerên Tirk bi çekan êrîşê gelê me dike”
Piştî çalakiyê leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî çalakiyê kirin.