'Rêveberiya Başûr nekarî faşîzma AKP-MHP'ê bibîne'

"Serhatiya serxwebûnê serhatiyeke lehengî bû, ne neyinî bû. Me wêrîn di ber referandûmê de kir, lê qet me wêrîn bo parastina encamên wê nekir."

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Hisên Cumo, rewşa Başûrê Kurdistanê, destwerdanên herêmî û navneteweyî yên ku bûn sedema têkçûyîna Kerkûkê û texmînên şaş ên serkirdeyên Kurd di asta peywendiyan de, ji ANF'ê re nirxand.

Di serî de, nexşeya destwerdanên herêmî û navneteweyî di herêmê de, piştî têkçûyîna Kerkûkê, çi ne?

Baldariyeke navneteweyî heye ku herêmên cihê gengeşîtiyê di bin rêveberiyeke hevbeş a Hewlêr û Bexdayê de bin. Ev tê wateya ku wê rewş bi vî rengî be, ji hêla destûra Iraqî ve. Amerîka û Brîtanya jî bi rewşeke wisa re ne, li gorî helwestên wan ên diyar bûn. Ji ber ku li Iraqê berjewendiyên van herdu welatên mezin hene. Helbet cudahî di navbera wan de heye, û ne jî nexşeya rê ya wan wek hev in. Çimkî gelek nakokî yên siyasetên wan derbarê doseyên Iraqî hene, di serî de (Erebên Sinnî), yên ku Brîtanya naxwaze wan tenê bi Şîan re li Bexdayê bihêle. Li aliyê din, ti projeyên zelal ên Amerîkayê bi Sinniyan tune ne û wisa ew ne li dijî serdestiya Şîan li ser tevahiya Iraqê ye. Di saya pêwariya projeyeke Sinnî de, ne ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku ji Iraqê veqete.

Ji astengiyên nû li pêşiya serxwebûna Herêma Kurdistanê, dijberiya di navbera kompaniyan de li petrola Kerkûkê ye. Ya herî balkêş, dijberiya "Brîtîş Petrolyum" a Brîtanî bi "Rosneft" a Rûsî re, her weha desteseriya Brîtaniyayê li ser liva balafirên sivîl li Iraqê, bi rêya kompanya "Serko". 

Bi giştî, hêj Brîtanya Kurdên Iraqê weke Sinniyan dibîne û alaveke bo hevsengiyê li hemberî Şîan in. Rast e ku kartêkirina yekser li Iraqê ya Amerîkî ye, lê siyaseta Brîtanî vî welatî birêve dibe.

Derbarê herêmên cihê gengeşîtiyê ne di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Amerîka û Brîtanya pêkve li ser rêveberiyeke Kurdî-Iraqî hevbeş bo wan herêman li hev kirine. Ji lewre nehiştin ku hêzên Pêşmerge wan herêman kontrol bikin, çimkî wan rê li pêşiya pêşveçûnên artêşa Iraqê û Heşd El-Şeibî li ser zemînê negirtin, tevî ku ew operasyon bi rêbertiya Îranê bûn. Li aliyê din, nahêlin ku heman herêm ji hêla hikûmeta navendî ya Iraqî ve yekalî bê birêvebirin. Wisa wê di rojên bê de, belavkirineke leşkerî nû çê bibe û wê Pêşmerge li hin deverên ku ji wan vekişiya bûn, dîsa bi cih bibin.

Derbarê helwestên herêmî, lihevkirineke Tirkî-Îranî heye ku ew herêm di bin desteseriya hikûmeta Iraqî de bin. Tevî ku herdu welat, bo gelek mijaran, xwedî nêrînên cuda ne, lê li ser têkbirina projeya serxwebûna Kurdistanê bi hev re ne. Ev helwest ne cihê matmayiyê ye, lê hin serkirdeyên Herêma Kurdistanê texmîn nedikirin.

Çawa hêzên mezin weke Amerîka û Brîtanya derfet dan mîlîsên ku Îran piştgiriya wan dike da bi pêş ve biçin? Gelo ne ewletir bû ku piştgiriya Kurdan bikin?

Li gorî wan hêzên mezin, bûyerên ku li ser zemînê qewimîn, tiştine biçûk in, ne di bazarên wan ên stratîjîk de ne. Li dawiyê, kontrola Bexdayê li ser Kerkûkê ne dûmahî ye û ne jî jidestçûyîna bajêr bo Kurdan wisa ye. Eger Kurd li ser qadê şer nekin, wê demê ji Amerîka nayê xwestin ku piştgiriya wan bikin. Doza sereke di hundirê Amerîkayê bi xwe de ye. Ji dema ku ji hêzên wê ji Iraqê vekişiyan, sala 2011'an, doza ew e ku ti leşkeran neşîne ti deverê, da li ser zemînê şer bikin. Li ser vê bingehê piştgiriya YPG'ê li Rojava dikin û wisa jî Pêşmerge li Başûr.

Eger em bala xwe bidine nexşeyên peymanên Amerîkî, diyar dibe ku ew piştevaniya ti hevbendekî xwe nakin, dema ku ew hevbend nikarîbe berovaniya xwe bike. Eger em vegerên li tiştên veşartî di şeva 11'ê Cotmeha bihûrî de li Kerkûkê û yên vê dawiyê zelal bûn, em ê bibînin ku Pêşmerge bêyî berxwedan vekişiyan, çi yên Barzanî bin û çi jî yên ku rikberiya wî dikin. Amerîka ti berxwedaneke Pêşmergeyan nedît, ji lewre wê destêwerdan nekir. Şaşîtiya Barzanî ew bû ku krîz neguhezt krîzeke leşkerî, tenê bi parastina hêzên girêdayî xwe mijûl bû, ji lewre Pêşmerge berxwedan di ber rêya ku diçe Hewlêrê tenê de kir. Lê li herêmên din weke Şengal û Rebîayê, weke wan weke Pêşmergeyên malbata Talabanî vekişiyan û ti berxwedan nekirin.

Xelkên Kurdistanê li hawarê bûn, hemû amade bûn da berevaniyê di ber Kurdistanê de bikin. Ev giyanê neteweyî hate xapandin û bû neçarî, çimkî şertgirtin ji ser Mesûd Barzanî ket. Gelek hêz bi ber vê ketinê de berpirs in, di serî de baskên malbata Talabanî di YNKê de. Her wiha PDK ê jî, ya ku derfeta bûyîna 'rêber ji gelê Kurdistanê re' ji dest xwe wenda kir, li hemberî tiştekî bi gelekî biçûktir.

Serhatiya serxwebûnê serhatiyeke lehengî bû, ne neyinî bû. Me wêrîn di ber referandûmê de kir, lê qet me wêrîn bo parastina encamên wê nekir.

Li ser asta rola Tirkî, tê zanîn ku Enqere derbarê serkirdeyên Herêma Kurdistanê xwedî helwestên erênî bû. Bi taybetî PDK'ê, çawa ew helwest hate guhertin piştî referandûmê?

Helwesta Tirkî ji ezmûna Herêma Kurdistanê, ji destpêkê ve ne erênî bû, tenê di rêya medyayê de dihate belavkirin ku nêrînên Tirkî derbarê Herêmê, li dirêjahiya salan, erênî ne. Ew nêrîn hebûn, lê tenê di mijarên "ne cidî" de. Tirkiyê di kurahiya xwe de, Herêma Kurdistanê weke projeyeke bazirganî dibîne. Ji hêleke din ve, hikûmeta AKP'ê hewl dida ku PDK'ê li dijî Kurdên Rojava û PKK'ê li Bakur bikar bihêne, ji sala 2015'an ve, Tirkiyê stratîjiya ku serokwezîrê wê yê berê, Ahmet Davûtoglû danîbû, derbarê doseya Kurdî guhert. Bi deranîna Davûtoglû, herêm ji bazarên Tirkiyêyê der ket. Ev yek di xalan de diyar dibû. Ya yekemîn ku Enqere bi xwe doza Kurdî birêve bir, bi rêya cenga yekser re li ser bajarên Kurdî li Bakurê Kurdistanê, her wiha destwerdana yekser di Rojava û bakurê Sûriyê de. Û xala duyemîn ku MHP'ê bû hevbend ji AKP'ê re di afirandina siyasetan de li dijî Kurdan. Serokê Tirkî nêrîna Devlet Bahçelî, ya ku dibêje "dozeke Kurdî yekane" bi cih anî, berovajî nêrîna Davûtoglû ya ku bi "gelek dozên Kurdî" bang dikir. Nêrîna Tirkî ya niha cengeke berfireh li ser Kurdan çê dike, lê nêrîna kevin doza şerekî Kurdî navxweyî dikir. 

Di baweriya min de ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê bal nedan guhertinên hundirîn di Tirkiyêyê de û ne jî bi şêweyekî cidî li hevalbendiya Erdogan-Bahçelî nerîn, ku ew hebûna Herêmê armanc dikir û wisa jî tunekirina partiya HDP'ê.

Tirkiyê û Îran di yek hevpeymanê de ne. Ev tişt nabe cihê matmayiyê, bi taybetî ku gelek nakokî di navbera wan de hene. Doseya Sûrî weke mînak?

Ez peyva "hevpeymanî" guman dikim. Tirkiyê ji hêla komên neteweyî ve (weke Ergenekon) tê birêvebirin. Ev yek nûnertiya programa AKP'ê nake. AKP'ê ji dema darbeya leşkerî ya têkçûyî ve (15'ê Tîrmeha 2016'an) bi dawî bû, Erdogan bi xwe, ji hêla ewlehî ve, derbasî siyasetên dewleta parsûyî (mitewazî) bû, da partiya xwe bi projeyên aborî yên mezin razî bike. 

Belê, helwesta Enqereyê ya piştgir ji Îran û Iraqê re nepayî bû, lê sedema vê nepayiyê ew bû ku mirov mereq dike ku AKP'ê biryaran distîne. Tirkiyê ya niha ji berê diyartir e, bi sedema siyasetên Erdogan. Bandora Brîtanî li ser nexşeya karûbarê hikûmetê li Enqereyê baş diyar e, êdî nema "efsaneya Ocalanî" ye.

Tiştê ku qewimî ne hevpeymaneke Tirkî-Îranî bû, bi qasî ku rêvekirina Enqereyê bo Tehranê bû, di bin bergê hikûmeta Iraqî de.

Di encamê de, Tirkiyê ya herî bi ziyan bû, çimkî wê dixwest ku dergehê sînor ê Fîşxabûrê, di navbera Rojava û Başûr de desteser bike, lê bi dest neket. Îran xwest ku Herêma Kurdistanê biçûk bike û nexşeya petrolê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne. Lê Tirkiyê dixwest ku Rojava tune bike.

Hûn dibêjin ku Tirkiyê cangoriyê bi berjewendiyên xwe yên aborî li Herêma Kurdistanê nake. Gelo tiştine nehînî yên aborî li paş liva wê li dijî Herêmê hene?

Li ser asta navneteweyî, Tirkiyê rola "wekîlê bazirganî" ji hêzên navneteweyî re dileyize. Ez tiştekî wisa dibînim, ku ew bû sedema liva wê bi Iraqê re li dijî Barzanî. Ji hêleke din ve, perçivandin (zêdekirin) di têkiliyên bazirganî yên Tirkiyê û Herêmê de heye. (Serjimarên fermî amaje bi 10 milyar dolar dikin, û ev hejmareke mezin e, dibe ku ne rast be, yan jî zelalmendî di belavkirina hewqas pere de tune be, eger em ber çav bihênin hejmara welatiyên Herêmê tevî penaberên li wir dimînin, 7 milyon kes in. Di heman demê de, meznahiya veguheztinên bazirganî di navbera Îran û Tirkiyêyê de 20 milyar dolar e, di nav de xaza Îranî ya ku Tirkiyê dikire).

Ev hemû ji bilî pereyên petrola Kurdistanê yên diçine bankên Tirkî û çi liveke Iraqî ya cidî li ser asta navneteweyî çê bibe, wê gefeke dadmendî mezin li ser Tirkiyê be.

Gelo wê pêşveçûyînên Îranê li Iraqê û tevahiya herêmê bandorê li ser projeya Kurdî ya Federaliya Bakurê Sûriyê bike? Çawa hûn dikarin vê bandorê, bi hebûna Amerîka û Rûsyayê ji me re şîrove bikin?

Egera şerê yekser di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hêzên alîgirên Îranê li Sûriyê de heye. Dibe ku ev bibe doseya sereke li Sûriyê di mehên bê de. 

Îran siyasetên cur bi cur pêk dihêne, berovajî Tirkiyêyê. Ew ji bo Erebên parêzgeha Hesekê xwe weke "Ereb-parêz" li dijî "Hêzên Cudaker" pêşkêş dike. (ew li ser QSD'ê dibêjin Hêzên Cudaker, da alîgirên xwe li dor xwe bêhtir bicivîne). Lê li Dêra Zorê xwe weke hêzeke Şîa şer dike. Bêyî Îranê, Tirkiyê nikare armancên xwe li Sûriyê pêk bihêne. Ji lewre em li hember rêdaneke Tirkî bo Îran û rêjîma Sûrî ne, da li projeya Federaliyê bidin û bedela vê rêdanê ew e ku Tirkiyê komên îslamî yên radîkal li herêmên Sûrî yên di bin dagirkeriya wê de ne, neçar bihêle.

Eger meydan ji Tehran û Enqereyê re vala bibe, wê plana şer li ser Rojava bi lez bê kirin. Lê hevsengî ji herdu welatan mezintir e, ji bilî ku şervanên QSD'ê xwedî ezmûneke cengê ne û di şer de zîrek in.

Di xêza pêşî de li Sûriyê du welat hene, Amerîka û Rûsya. Di xêza li paş wan, Îran û Tirkiyê hene. Berjewendiyên her çar welatan ji hev cuda ne, lê armancên Enqere û Tehranê bo Waşinton û Moskoyê ne cihê dilaramiyê ne. Em li bakurê Sûriyê dibînin ku destêwerdanên Tirkiyê di herêmên ku hêzên Amerîkî li wan tune ne, dibin. Lê Îran û Rûsyayê di heman meydanê de ne û ev yek egera derketina pirsgirêkan di navbera wan de mezin dike.

Helbet Tirkiyê nikare şerekî berfireh li dijî QSD'ê bike. Çimkî Amerîkî li wir hene, ji lewre hêvî dike ku Îran û alîgirên wê vî şerî destpê bikin. Hikûmeta Enqerayê hewl dide ku desteseriya Kurdan ji ser sînorê xwe yê başûr rake (Rojava û Bakurê Kurdistanê) û hêvî dike ku ev hewldan bi rêya Îranê re be. Piştî ku di bikaranîna rêxistina DAIŞ'ê de li ser sînorên xwe têk çû.