'Hiqûqa Elman dişibe ya Erdogan'

Nûçegihan Kerem Schamber got hiqûqa Elman roj bi roj dişibe ya Erdogan, bi taybetî li eyaleta Bavyerayê ev tê dîtin. 

Ji ber qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bi hezaran kes mexdûr dibin. Yek ji van mexdûran jî aktivîst û nûçegihan Kerem Schamberger e. Polîsên Elman bi ser mala Schamberger de gritin, ji ber sedema ku di medyaya sosyal de sembolên YPJ-YPG'ê par ve kir tê darizandin.

Schamberger got li Tirkiyê 7500 şîrketên Elman hene û ji bo vê jî li ser daxwaza Tirkiyê li Elmanyayê Kurdên ku ji hêla siyasî ve çalak û Tirk têne şopandin û di raya giştî de bi hêsanî piraniya Kurdan bi rengê 'teror'ê têne krîmînalîzekirin. Schamberger bi berdewamî dibêje şîrketa Sîmenes bi vê bi b, hayê 35 Milyar Euro diare îhaleya nûkirina rêya hesin a Tirk bistîne û bi bîr dixe ku Wezîrê Karê Derve yê Elman beriya bi demeke kurt bi 30 nûnerê Şîrketan re çû Tirkiyê, bi zavayê Erdogan re rûniştiye, her wiha Tirkiye ji bo Elmanya û Ewropayê cografyayeke stratejîk e û ji bo van sedeman jî hikûmeta Elman li gor daxwazên Tirkiyê bi ser Kurdan de diçe.

Schamberger nêzîkatiya şopandina ewlehiyê ya dewleta Elman şibandine pratîka dewleta Tirk û got hiqûqa Elman ber bi hiqûqa Erdogan ve diçe, dişibe hiqûqa Erdogan û ev hiqûq herî pir li  eyaleta Bavyera tê dîtin, dozgeriya Munîhê jî Enqerê ji bo xwe mînak dibînne û li van deran bi sedan lêpirsîn hatine vekirin. Schamberger dibêje li ser 200 mirovî, tenê ji bo ku alayên YPG-YPJ'ê yên ku li ser hesabê xwe par ve kiribûn û ew ecibandibûn lêpirsîn hatiye vekirin.

Aktivîst û nûçegihan Schamberger bi berdewamî diyar dike yek ji xala balkêş ew e, ji bilî Kurd û Tirkan, Elmanên ku bi rengekî pozîtîf li geşedanên li Rojava dinerin jî têne şopandin û got aktivîstekî koma bi navê Edîth Grube ya li Munîhê ji bo alaya YPG'ê ya di hesabê wî yê Facebookê de ecibandiye 1000 Euro ceza lê hatiye birîn.

Schamberger dibêje Tevgera Azadiyê tenê ji bo xwe tênakoşe, ji bo hemû gelên cîhanê, li dijî kapîtalîzmê têkoşîneke pêşverû dide dewleta Elman naxwaze ku Elman bi sempatî nêzî Tevgera Azadiyê bibin.

Nûçegihan û aktivîst Schamberger got qedexeya li ser PKK'ê ne hiquqî siyasî ye û ji bo ve jî, ji bo ku PKK ji lîsteya 'teror'ê derkeve divê raya giştî zextê bike, ew bawer nake ku bi biryara Dîwana Edelatê helwesta Elmanyayê biguhere, ji bo vê li qadeke berfireh divê têkoşîn were kirin û çalakiyên bêîtîatiya sivîl pêşniyar kir, ku alayên YPG-YPJ'ê li hemû qadên jiyanê werin hildan. 

Nûçegihan û  aktivîst Kerem Schamberger herî dawî ji raya giştî ya Elman xwest ku heta 1'ê Kanûna 2018'an li dijî qedexeya PKK'ê derkevin kuçeyan lê ji xeynî vê jî xwest ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan werin xwendin.
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka