Hîn nav lê nehatibû kirin

Eylem Oyûnlû tevî pitika xwe ya 10 mehî û zarokê xwe yê du salî girtî ye. Hevserê Oyûnlû Îsmaîl Oyûnlû diyar kir ku wan hîn nav li pitika xwe nekiribûn.

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê, li girtîgehan 780 pitik û 3 hezar zarok hene. Yek ji van jî pitika 10 mehî û zarokê 2 salî yê Eylem Oyûnlû ne ku Oyûnlû 17'ê Hezîranê hate girtin û zarokên wê jî pê re girtin. Bavê zarokan Îsmaîl Oyûnlû diyar kir ku ew vê bêedaletiyê fêhm nake.

GELO ÇÊDIBE KU PITIKÊ 10 MEHÎ LI GIRTÎGEHÊ BÊ HIŞTIN?'

Îsmaîl Oyûnlû ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji bo kincên zarokên xwe bibe çûye girtîgehê, lê belê nehiştine ku wa bibîne. Oyûnlû diyar kir ku wan hîn nav li pitikê xwe yê 10 mehî nekirine û ji ber ku gelekî biçûke çavên wî timî diêşe, hevsera wî di hevdîtina bi parêzer re gotiye ku her du zarokên wan timî digirîn û got, "Parêzer got ku niha di karantînayê de ne. Hevdîtin wê mehê carekê pêk were. Rewşa pitikên min gelekî nebaş e. Ji çavên pitikê me yê 10 mehî timî îltihap tê. Psîkolojiya hevsera min û zarokên min xera bûye. Ev yek neheqiyeke mezin e. Gelo çêdibe ku pitikê 10 mehî bixin girtîgehê? Hîn nebûye yek mehî. Divê Wezareta Edaletê daxuyaniyê bide. Ez ji vê sîstemê tiştekî fêhm nakim. Ti sûcê hevsera min tune ye. Ez ê çawa karibim zarokên xwe werbigirim? Ez ê çawa karibim li pitika xwe ya 10 mehî binerim? Ez nikarim deriyê mala xwe jî vekim."