Hîleyên AKP'ê didomin, heyeta Fransayê hate destgîrkirin

Hîleyên AKP-MHP'ê dewam dikin. Du kesên ku ji bo şopandina hilbijartinê ji Fransayê hatin û rêveberên ÎHD'ê hatin destgîrkirin.

Li Agiriyê du kesên ji Fransayê ji bo şopandina hibijartinê hatin, tevî tercûmanê bi wan re li benda kontrolê ya polîsan a li pêşiya bajêr hatin destgîrkirin.

Li navenda Erzîromê û navçeya Tekmanê, endamên ÎHD'ê Yavûz Karabûdak, Sertaç Ozturk û Erdal Ozakçil ên dengdan dişopandin hatin destgîrkirin.

Li gundên Zor, Gulpinar û Îslam ên navçeya Karakoyûnlû ya Îdirê, rêveberên AKP'yî bi rengekî vekirî deng dan.

Li bajarokê Halfeliyê jî dengên bê mohr hatin dîtin.

Li navçeya Bornova ya Îzmîrê namzetê AKP'ê Necîp Nasir û endamên baskê ciwanan ê AKP'ê bi konvoy hatin Dibistana Seretayî ya Çîmetaşê. HDP'yiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, lê li HDP'yiyan dan. Li hewşa dibistanê polîsên ku çek bi wan re ne, hene.

Li taxên Bolatlar û Vîze yên navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, destûr ji mirovan re nayê dayin ku ji bilî AKP'ê mohra xwe li binê partiyeke din bidin û pisûla û mohrê nadin dengdêran. Wekî din zext li hilbijêran tê kirin ku bi awayekî vekirî dengê xwe bidin.

Li Dibistana Navîn a Şaîr Nefî ya Erzîromê, serokê sindoqa bi hejmara 1353'an dest danî ser raporên li ser dengdanê.

Li navçeya Licê ya Amedê, 3 rojnamevanên Îtalyayî yên hilbijartin dişopandin hatin destgîrkirin.