‘Hilbijêran îradeya xwe ya domandina pêvajoya aştiyê nîşan dan’
ÎHD der barê pêvajoya hilbijartinê de çi qewimî û encamên hilbijartinê bi daxuyanike nivîskî parve kir.
ÎHD der barê pêvajoya hilbijartinê de çi qewimî û encamên hilbijartinê bi daxuyanike nivîskî parve kir.
ÎHD'ê encamên hilbijartinê nirxand û daxuyand ku ligel benda hilbijartinê, 7 jê bi çekan, 5 jê bi bombeyî 176 êrîşên li dijî HDP'ê pêk hatin û 6 kesan jiyana xwe ji dest dan jî hilbijêran peyama berdewamkirina pêvajoya aştiyê bi awayekî zelal îradeya xwe nîşan dane û şîroveya "Aştî û demokrasiyê bi ser ket" kir.
ÎHD der barê pêvajoya hilbijartinê de çi qewimî û encamên hilbijartinê bi daxuyanike nivîskî parve kir. ÎHD’ê da diyarkirin ku YSK’ê der barê Serokwezîr Recep Tayip Erdogan ê dema hilbijartinê bêalî tevnegeriya de tiştek nekir û rêgeza rastiyê binpê kiriye.
'EWLEHIYA HILBIJARTINÊ NEHATIYE CIH'
ÎHD ragihand ku dema ku rapora ku wan di navbera 23’yê Adarê û 6’ê Hezîranê de amade kiriye dinêre bi awayekî aşkera derdikeve holê ku ewlehiya hilbijartinê bi cih nehatiye. Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di dema hilbijartinê de buroyên hilbijartinê, wesayîtên namzet û xebatkarên partiyên sîyasî rastî êrîş, tehdît û binçavkirina polîsan hatiye. Di vê demê de 196 êrîş pêk hatine, 176 êrîş li dijî HDP'ê qewimîne. Di van êrîşan de 7 bi çekan, 5 kes bi bombeyan, 4 bûyerên qûndaxkirinê qewimiye û 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, 516 kes birîndar bûne, 33 endamên HDP’ê rastî îşkenceyê hatine. Di dema hilbijartinê de ji bo karê hilbijartinê kirine 185 endamên HDP’ê hatine binçavkirin û ji van 8 kes hatine girtin. 176 êrîş li dijî HDP'ê qewimiye lê ligel vê yekê tenê 5 kes hatine binçavkirin.”
ÎHD’ê bal kişand li ser êrîşên ku li Amedê qewimî û bi sedan kes birîndar bûn 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û wiha hate berdewamkirin: "Êrîşên ku li Amed qewimîne nîşan dide ku Hikûmeta AKP'ê di aliyê ewlehiyê de ti tedbîr negirtiye.” ÎHD’ê der barê nêzîkatiya televîzyon, radyo û ajansa dewletê ya li hemberî partiyên din de jî ev tişt da xuyakirin: “Televîzyon, radyo û ajansa dewletê ku divê bêalî be lê di pêvajoya hilbijartinê de ji bo AKP’ê propaganda kiriye.”
ÎHD’ê di daxuniya xwe de diyarkirin ku di dema hilbijartinê de Serokkomar Recep Tayip Erdogan ê ku ji bo AKP'ê xebitiye derfetên dewletê bikar aniye û nirxandina "Gava ku Serokomar ev derfet bi kar anî ji bo kontrolkirina vê ji aliyê YSK’ê ve tiştek nehatiye kirin.”
ÎHD’ê da xuyakirin ku ewlehiya sindoqan ji aliyê rêxistinên sivîl ên civakî û hilbijêren ve pêk hatiye.