BI DÎMEN

Hilbijêr li Hambûrg û Parîsê diçin ser sindoqan

Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyê, ji bo dengê 'NA' bidin, di çarçoveya referandûmê de li Hambûrg û Parîsê diçin ser sindoqan.

Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyê, ji bo dengê 'NA' bidin, di çarçoveya referandûmê de li Hambûrg û Parîsê diçin ser sindoqan.

HAMBÛRG

Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Tirkiyeyê, li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dengdanê dest pê kir. Dengdan wê heta 9'ê Nîsanê her roj saet di navbera 09:00-21:00 de dewam bike. Rayedarên Konsolosxaneyê nehiştin nûçegihanê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Zahît Ekîncî bikevin hundirê konsolosxaneyê.

Ekîncî, ku danê sibehê ji bo amadekirina nûçeyê hat ber avahiya konsolosxaneyê, navê xwe eşkere kir û ket hundir. Lê belê wezîfedarê konsolosxaneyê navê wî nivîsand û ew li derve hişt. Piştre jî jê re got, 'ji ber sedemên diyar' nikare bikeve hundir.

PARÎS

Li Fransayê jî dengdanê dest pê kir. 128 hezar hilbijêr wê di nava 2 hefteyan de li 8 sindoqên li Konsolosxaneya Tirk a li Parîsê dengê xwe bidin.

Dengdana li vir jî wê du hefteyan ji seat 09:00 heta saet 21:00 her roj bê kirin.

Li bajarên Lyon, Marsîlya, Nantes, Strasboûrg û Bordeaûxê jî bi heman rengî deng tên dayin.