Hilbijartiyên Swîsreyê destek dane çalakiya li Strasboûrgê

Endamên Meclîsa Şaredariya Bîelê ya Swîsreyê seriyeke dane çalakiya li ber bînahiya CPT’yê ya bi mebesta ku bi Ocalan re bi lezgînî hevdîtin çêbibe dest pê kiribû û desteka xwe ya ji bo çalakiyê diyar kirin.

Çalakiya rûniştinê ya di navbera Konseya Ewropa û CPT de 19 roj li pey xwe hişt, endamên Meclîsa Şaredariya Bîel Sonja Gûrtner û Rolan Gûrtner serdana çalakiyê kirin.

Hilbijartiyên Swîsreyê ragihandin ku têkildarî çalakiya rûniştinê ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Bîelê agahî girtine û ji ber vê sedemê hatine Strasboûrgê.

Endamên Meclîsa Bîelê diyar kirin ku ji 20 salan ve ye di serî de bi jinan re bi aktîvistên Kurd re di na danûstandinê de ne, piştevanên wan in û gotin: ‘’Em bawer dikin ku Kurd wê li Ocalan xwedî derbikevin û bi têkoşîna bi hêvî wê bi ser bikevin. Em pê bawer dikin ku aliyê ku wê bikene wê Kurd bûn û wê fêkiyên vê bibînin.’’

Piştre Sonja û Roland Gurtner bersiv dane pirsan û gotin ew pir şanaz in ku bi Kurdistaniyan re ne û hurmeteke wan a mezin heye ji bo têkoşîna wan.