Hikûmetê vê carê jî nehişt Demîrtaş biçe Îmraliyê
Hikûmetê vê carê jî nehişt Demîrtaş biçe Îmraliyê
Hikûmetê vê carê jî nehişt Demîrtaş biçe Îmraliyê
Heyeta BDP'ê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, li ser rêya Îmraliyê ye. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku di hevdîtinên bihurî de cih girt, ji ber rexneyên xwe yên li pakêta hikûmeta AKP'ê kir, destûr jê re nehat dayîn ku biçe Îmraliyê.
Heyeta BDP'ê piştî mehekê, wê îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Di heyetê de Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken cih digirin. Vê carê jî destûr ji Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş re nehat dayîn ku biçe Îmraliyê.
Ev yek ne destwerdana yekemîn e ku hikûmeta AKP'ê li dijî heyetê dike.
Beriya niha ji ber ku gotibû "Bi gera balafirên şer û heronan li ser Qendîlê re muzakere nabe" çûyîna Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk û ji ber rexneyên li hemberî polîtîkayên hikûmetê yên di dema berxwedana Gezî de çûyîna Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder hatibû astengkirin.
Ehmed Turk piştî hevdîtina 3'ê Çileyê ya li girava Îmraliyê ji hikûmetê xwestibû ku vê firsenda dîrokî baş bikar bîne.
AKP ya ku nekarî xwe li rexneyên Ehmed Turk rabigire, serlêdanên Turk ên piştre red kiribû.
Di nava siyasetmedarên Kurd ên çûyîna wan a Girava Îmraliyê hat astengkirin de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî hene.
Hikûmeta AKP û Erdogan herî dawî Parlamanterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder kirin hedefa xwe.
Erdogan, bi sedema ku Onder piştgirî daye berxwedana parka Gezî, çûyîna wî ya Girava Îmraliyê asteng kir.
Herî dawî Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna çapemeniyê ya li Amedê de ragihandibû ku pakêta AKP'ê aşkera kiriye pakêteke vala ye û gotibû, "Ti pêwendiya vê pakêtQê bi pêvajoyê re nîne. Li holê diyalog nîne. Hikûmetê bi awayekî fiîlî pêvajo qedandiye."
Duh jî Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Beşîr Atalay bi gotinên, "Deshilatdariyeke sivik difikire der barê deshilatdariyê de dibêje; 'Pakêta pêvajo qedandiye', Hikûmetê pêvajo bi fiîlî qedandiye', Vê yekê hevserok dibêje. Dibêje 'Li holê diyalog, pêvajo tineye" BDP û Demîrtaş hedef nîşan dabû.
Gotinên Ocalan ên der barê pêvajoyê û nêzîkatiya AKP'ê de, wê rêveçûna pêvajoyê diyar bike.