Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji rêveberiya Bahreynê xwest, ji ber gotinên Wezîrê Karên Derve Al Halife lêborînê ji Iraqê bixwaze.
Wezaretê diyar kir, sûcdarkirina Iraqê bi serîtewandina li ber welatên din tê wateya helwestek li dijî serxwebûn û serweriyê û nêzîkatiyeke wiha nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gotinên êrîşkar ên Wezîrê Karên Derve yê Bahreynê zerarê didin Sadr, Iraqê û serweriya Iraqê. Bi taybetî gotina ku dibêje, 'Iraq serî li ber serweriya Îranê ditewîne', li gorî pîvanên dîplomatîk nayê qebûlkirin."
Wezareta Karên Derve diyar kir, Iraq a ku rêxistina terorê DAÎŞ têk bir, xwedî wê hêzê ye ku dikare serxwebûn û azadiya xwe biparêze û ragihand, "Divê her kes sînorên xwe zanibin." Wezareta Karên Derve ya Iraqê destnîşan kir, wê destûrê nedin ku dest li karên wan ên navxweyî bê werdan û êrîş li kesayetên olî û neteweyî bê kirin.
Lîderê Şîa Muqteda es-Sadr gotibû, "Divê şerê li Bahreyn, Yemen û Sûriyeyê bi dawî bibin û desthilatdariyên li wan welatan bi lezgînî dest ji wezîfeya xwe berdin."
Piştî vê daxuyaniya Sadr, Wezareta Karên Derve ya Bahreynê bang li nûnerê Iraqê yê li Bahreynê Nihad el-Ani kiribû û ji bo Sadr gotibû, "Bûdela, Otorîter."