Hijmara heftan a 'Psychology Kurdî'  derket

Kovara Psyhology Kurdî li Bakurê Kurdistanê kovara pêşî ye ya li ser psîkolojiyê. Kovar  di hijmara dawî de li ser mijara ''Xislet''ê rawestiyaye.

Kovara psîkolojiyê Psychology Kurdî bi hijmara  7'an kete ber destê xwendekaran. Kovar bi xebateke kolektîf dertê. Edîtorên kovarê dibêjin girîng e ku bi zimanê dayikê bersiv ji bo pirsan werin dîtin. Edîtorên kovarê diyar kirin ku bi Kurmancî û Kirmanckî jêder û materyal kêm in û ji ber vê jî di mijara termînolojiyê de hinekî zehmetiyan dikişînin.

Edîtorên kovarê gotin, ''Kurdî bi teqezî di van qadan de divê hebe. Ev ê ji bo me pir biber ve. Helbet wê bandorê li tenduristiya giyanî ya civakê bike ku mirov bikaribe bi zimanê dayikê derdê xwe yê yê psîkolojîk vebêje û çareseriya wê bi zimanê xwe bibîne. ''

Kovara Pyschology Kurdî ku di hijmara dawî de li ser mijara 'Xislet' (Karakter) rawestiyaye. 

Di hijmara pêşî de kovarê mijara ''Zarok, Şer û Travma' da ber xwe û du ya duyan jî, weke berdewamiya mijara pêşî, ''Tedawiya Travmayê'' dabû ber xwe.

Di hijmara sêyan de kovar li ser mijara 'Şînîgirî, Şînigiriya Civakî û Pêvajoyên' wê rawestiyabû û têkilî mijarê hevpeyvînek hatibû kirin.

Di hijmareke piştî vê de jî kovarê mijara 'Zimanê Dayik û Psîkolojiya Perwerdehiyê'' dabû ber xwe. Di vê hijmarê de bi  Deham Evdilfettah re hevpeyvînek hatibû kirin û her wiha bi Prof. Dr. Cem Kaptanoglu re jî li ser 'Terapiya Piştgir' ropartajek hatibû kirin.

Hijmara 5'an bi mijara ''Psîkolojiya Civakî'' û ya 6'an jî bi mijara ''Made û Pêgiriya bi Madeyê'' derketibû.