Hezer li Strasboûrgê tevlî civîna gel bû
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer li bajarê Fransa Strasboûrgê tevlî civîna gel bû û pêvajoya dawî nirxand.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd duh êvarê bi tevlîbûna Kurdistaniyan û dostên wan ên Fransayî civîneke gel hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer li vir peyivî û li ser pêvajoya dawî agahî da.
Hezer bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û anî ziman, gelek endamên HDP'ê hedef hatine girtin. Hezer, binçavkirina Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek ji bo vê yekê mînak nîşan da.
Di civînê de mijarên; rewşa li Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nirxandin.