Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Mayadinê

Hêzên rejîma Sûriyeyê, derbasî Mayadinê bûn a ku li Sûriyeyê wekî keleha dawî ya çeteyên DAIŞ’ê tê dîtin.

Mayadin weke paytexta leşkerî çeteyan tê dîtin. Ev bajar di wîlayeta Dêrazorê de cih digire.

Çavdêrxaneya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên rejîmê bi desteka hewayî ya Rûsyayê derbasî Mayadinê bûne û avahiyên dikevin rojavayê bajêr kontrol kirine.

Mayadin û Bûkamal ku li Girava Firatê cih digire, digihêje heta sînorê Iraqê. Weke herêma dawî ya çeteyên DAIŞ’ê ku ji Reqayê direvin tê dîtin.

Mayadin 40 kîlometre dikeve başûrê Dêrazor û ji sala 2014’an ve di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye.

Hêzên rejîmê bi operasyona Mayadinê re bi taybet dixwaze xwe bigihîne rafîneya El Omer a petrolê.

Ev rafîneya petrolê, beriya ku di bombebaran koalîsyona navnetewî ya di Cotmeha 2017’an de pêk anî û hilweşayî, çeteyên DAIŞ’ê meha 1.7 û 1.5 mîlyon dolar jê qezenc dikin.