Hêzên leşkerî li herêma Banê kasibkarekî Kurd kuştin

Hêzên leşkerî li herêma Banê kasibkarekî Kurd kuştin

Kasibkarekî kurd ku xelkê herêma Banê bi gulebarana hêzên leşkerê dewleta Îslamiya Îranê hate kuştin. 

Li gorî nûçeya kurdistanmedia, şeva bihurî welatiyekî bi navê Celî Yûnîsî yê bi nasnav Cîmî, ku ji bajarê Banê ye, li nêzî gundê Oştirawa yê ser bi bajarê Banê bi gulebarana leşkerên rejîma Îranê hate qetilkirin.

Cîmî ku xwedî zarok bû, ji bo ku debara mala xwe bike, neçar bû ku karê bazirganiya li ser sînor bike.