Hêzên koalîsyonê vê carê jî bi obus û hewanan li çeperên DAÎŞ’ê dan
Hêzên koalîsyonê piştî bomberdûmana bi balafirên şer ên li çeperê DAÎŞ’ê vê carê bi obus, hewan û topan çeperên DAÎŞ’ê yên li derdorî Mexmûrê bombe kirin.
Hêzên koalîsyonê piştî bomberdûmana bi balafirên şer ên li çeperê DAÎŞ’ê vê carê bi obus, hewan û topan çeperên DAÎŞ’ê yên li derdorî Mexmûrê bombe kirin.
Balafirên koalîsyonê di saetên êvarî de li çeperên DAÎŞ’ê yên li derdora Mexmûrê da.
Piştî bomberdûmana balafiran vê carê jî hêzên koalîsyonê saet derdorî 07:20’î bi obus, hewan û topan deverên li nêzî gundê Qelasor û Elîreşê çeperên DAÎŞ’ê bomberdûman kir.
13’ê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk li Mexmûrê bombe li welatiyên sivîl baran dibû û di encamê de 4 sivîl hatibûn qetilkirin.
Balkêş e piştî bomberdûmana dewleta Tirk a li ser Mexmûrê û şûnde tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê û bi taybet li nêzî Mexmûrê zêde bûye. Ev jî dide nîşandan ku dewleta Tirk bi vê êrîşê hewl dide çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê zêde bibe.