BI DÎMEN

Hêzên Hewayî yên Iraqê derbeyek mezin li çeteyên DAÎŞ’ê dan

Artêşa Iraqê, li konvoya çeteyên DAÎŞ’ê ya ku hewl dan ji sînorê rojava yê wîlayeta El Anbar derbasî Sûriye û Rojava bibin da. Di êrîşa hewayî de kêmahî 750 çete hatin kuştin.

Artêşa Iraqê, li konvoya çeteyên DAÎŞ’ê ya ku hewl dan ji sînorê rojava yê wîlayeta El Anbar derbasî Sûriye û Rojava bibin da. Piştî êrîşa hewayî ya bi dehan çete hatin kuştin, artêşa Iraqê û hêzên eşîran ên li herêmê bi pêş ve çûn û çete giştî îmha kirin.

Wezareta Parastina Iraqê dîmenên îmhakirina çeteyan a ku roja Çarşemê pêk hat weşand, madalyon da pîlotên helîkopteran. Hêzên hewayî yên Iraqê nehiştin çeteyên DAÎŞ’ê ku hewl dan ber bi bajarê sînor El Qaîmê biçin, birevin. Bi dehan wesayîtên çeteyan ku bûn hedefa helîkopterên MI-35 a ji aliyê Rûsan hatiye çêkirin, hatin rûxandin. Piştî êrîşa hewayî artêşa Iraqê û Hêzên Dildar ên Eşîran ketin tevgerê, kêmahî 750 çete îmha kirin.

Ev êrîş heta îro bû êrîşa herî mezin ku di carekê de çeteyên DAÎŞ’ê ewqasî kuştî dan.

 

...