Hêzên ewlekariyê Iraqê: 10 endamên Haşdî Şebî mirine

Ragihandina hêzên ewlekariyê ya Iraqê derbarê êrîşa li navçeya Mekşîfe ku di encamê de 10 çekdarên Heşdî Şebî miribûn, îro daxuyaniyek da.

Desteya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariyê ya Iraqê îro derbarê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser navçeya Mekşîfe ya girêdayê eyaleta Selahedîn ku di encamê de 10 çekdarên Heşdî Şebî mirin û hindek jî birîndar bûn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya hêzên ewlekariyê de hatiye gotin ku şeva duh di dema DAÎŞ’ê êrîşê noqteyekî ya Lîwayê 35’an a li navçeya Mekşîfe ya girêdayê eyaleta Selahedînê kiriye, şeş çekdarên Haşdî Şebî di şer de mirine.

Her wiha di daxuyaniyê de ew jî hatiye dayin ku dema hêzeke din ji bo piştevaniyê çûne alîkariya hêzên xwe, bombeyek bi wan teqiyaye. Di vê êrîşê de jî 3 çekdarên din ên Haşdî Şebî mirine û 4 jî birîndar bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de jî bal hatiye kêşandin li ser êrîşeke din a DAÎŞ’ê ku di encama wê de jî çekdarekî din ê Haşdî Şebî hatiye kuştin û dibêje ku, “Di encama pevçûna bi çeteyên DAÎŞ’ê re ku di wê êrîşê de Lîwaya 41 ya Heşdî Şebî ya li herêma Yesrib a girêdayî navçeya Samerayê kiribû armanc, çekdarekî Haşdî Şebî miriye.”