Hêzên dewletê li Cizîrê kesekî din birîndar kirin
Hêzên dewleta Tirk li Cizîrê gule berdan lingê Abdullah Ocalan (30) û ew birîndar kirin.
Hêzên dewleta Tirk li Cizîrê gule berdan lingê Abdullah Ocalan (30) û ew birîndar kirin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, segvanên li ser avahiyên bilind bi cih bûne, guleyê berdidin her tiştekî li kolanan dilive. Welatiyê bi navê Abdullah Ocalan (30) li Taxa Nûrê ji ber êrîşa polîsan ji lingê xwe bi fîşeka rastî birîndar bû.
Ozcan ê birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Mudaxleya destpêkê ya li Servîsa Lezgîn hat kirin. Hat ragihandin ku xeteriyeke jiyanî ya Ozcan nîne û tedawiya wî dewam dike.