Hêzên Îranê di mehekî de 11 kolber û kasibkarekî qetil kirin

Li Rojhilata Kurdistanê di nava mehekê de ji aliyê hêzên Îranê 11 kolber û kasibkarekî hate qetilkirin û 27 Kurd hatin binçavkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di derbarê binpêkirinên dewleta Îranê yên di nava meha borî de raporek belav kir.

Li gor amarên di raporê de hatine diyarkirin, di navbera 21’ê Gulanê heta 21’ê Hezîranê de 2 kolberên bi navê Sîna Resul zade û Hejîr Mehmudpur li sinorê Bane ya ser bi Serdeştê di encama gulebarana hêzên Îranê de hatin qetilkirin. Her wiha kasibkarekî bi navê Rehîm Îbrahîmî li Serdeştê dema hêzên dewletê li pey wî ketin, ket robarê avê û xeniqî.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di nava meha borî de 4 kolber bi gulebaranê û 2 kolber jî bi lêdan û êşkenceyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine birîndarkirin. Her wiha du welatî jî li devera sinorî ya bajarê Şino di encama gulebarana hêzên pasewanên sinor yên Îranê de birîndar bûne.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di meha Gulanê de 27 çalakvanên siyasî, sivîl û hunerî yên Kurd li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine, Urmiye û Xoresan hatine binçavkirin.

Her wiha li ser amarên kuştinên jinan jî hatiye diyarkirin ku di nava meha borî de tenê bûyerek ya kuştina jinan hatiye tomarkirin. Ew jî li Pîranşar ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Hat diyarkirin ku di encama teqîna mayînan de jî li Şino û Bane du welatiyan jiyana xwe ji dest dane, li Şino û Pîranşar jî 4 kes ji ber teqîna mayînan birîndar bûne.

Di beşek din a raporê de hatiye gotin ku zextên dewleta Îranê ya li ser girtiyên siyasî û malbatên ku zarokên wan di serhildana ‘jin jiyan azadî’ de jiyana xwe ji dest dane jî didome.