Heyva Sor a Kurd penaberên şer ziyaret kir
Heyva Sor a Kurd penaberên şer ziyaret kir
Heyva Sor a Kurd penaberên şer ziyaret kir
Heyva Sor a Kurd penaberên ku ji şerê li bajarên Suriyê diqewimin reviyan û li dibistanên bajarê Qamişlo hatine bicîhkirin, ziyaret kirin. Doxtorên endamên Heyva Sor hem penaber muayene kirin hem jî derman û şîrê zarokan belav kirin.
Heyetek ji Şaxa Heyva Sor a Kurd a Qamişlo li gel doxtorên pispor ên nexweşiyên hundirîn, dil, hestî re çûn Dibistana Ebdilwehap Meqsud a li Taxa Xerbî. Heyetê li vir malbatên penaber ên ji Şam û Helebê hatine lê dimînin ziyaret kirin. Doxtorên di nava heyetê de penaberên nexweş muayene kirin, herwiha derman û şîrê zarokan dan malbatên ku pêdiviya wan pê hebû.
Serokê Giştî yê Heyva Sor a Kurd Şemdîn Şemdîn li vir axivî û bal kişand ser êşên malbatên penaber dijîn û penaberbûna wan. Şemdîn, diyar kir ku wê Heyva Sor alîkariya derban û şîrê zarokan bide malbatên paneber.