Heyeta Yekîtiya Ewropayê serdana Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê kir

Heyeta Yekîtiya Ewropayê serdana Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê kir ku Denîz Poyraz lê hate qetilkirin.

Nerazîbûna li dijî êrişa li ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz dewam dike. Heyete ji Yekîtiya Ewropa serdana Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê kir. Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyeyê Sefîrê Bilind Nîkolasus Meyer-Landrut û Şêwirmenda Çapemeniyê ya Yekîtiya Ewropayê Mîray Akdag, Serokê Yekîneya Delegasyona Yekîtiya Ewropayê Alexander Frîcke û Rêvebera Projeya Delegasyona Yekîtiya Ewropayê Mîray Westling di nava heyetê de cih girtin. Heyet ji aliyê parlamenter Mûrat Çepnî, Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Badûr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin. Heyetê destpêkê cihê ku Poyraz lê hatibû qetilkirin ziyaret kir.

Nîkolasus Meyer-Landrut piştî ku li deftera bîranînê ya Poyraz nişe nivîsand, sersaxî ji malbatê û HDP'ê re xwest. Heyet dûre li avahiya partiyê lêkolînên xwe dewam kir û derbarê mijarê de agahî girt.

Nîkolasus Meyer-Landrut, piştî lêkolînê daxuyanî da û wiha got: "Ji bo ku em êrişa li dijî HDP'ê şermezar bikin, em li vê derê ne. Em rêzên xwe pêşkêşî Poyraz û malbata wê dikin. Ez di heman demê de dilsoziya xwe pêşkêşî rêveberên HDP’ê yên herêmî dikim."

Piştî daxuyaniyê, civîn li çapemeniyê girtî dewam kir. Civîn nêzî nîv saetê dewam kir. Landrût, piştî civînê qerefîl danî cihê Poyraz lê hatibû kuştin. Deqeyek rêzgirtin kir.  Şande dûre ji Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê veqetiya.