Heyeta PYD'ê serdana Koçak kir: Em berxwedanê geş bikin
Serdana ji bo Koçak ê li Cenevreyê di greva birçîbûnê de ye didome. Heyeta PYD'ê ku serdana Koçak kir ragihand, ji bo bidawîbûna tecrîdê divê piştevanî bê xurtkirin.
Serdana ji bo Koçak ê li Cenevreyê di greva birçîbûnê de ye didome. Heyeta PYD'ê ku serdana Koçak kir ragihand, ji bo bidawîbûna tecrîdê divê piştevanî bê xurtkirin.
Mehmet Alî Koçak ku 20'ê Sibatê li Cenevreyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kir, 37 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Koçak çalakiya xwe li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê didomîne. Berdevka PYD'ê ya Ewropayê Zozan Dêrik û Nûnerê PYD'ê yê Swîsreyê Abbas Omar di roja 36'an de serdana Koçak kirin.
Koçak di dema serdanê de serketina YPG, YPJ û QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê pîroz kir û diyar kir, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan divê şoreşa Rojava bê mezinkirin.
OMAR: DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARÎ NÊZÎ PÊVAJOYÊ BIBE
Nûnerê PYD'ê yê Swîsreyê Abbas Omar jî da xuyakirin, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ew piştgiriyê didin berxwedêrên greva birçîbûnê û got, "Wezîfeya me her kesî ye ku xwedî li vê çalakiyê derkevin û mezin bikin." Omar destnîşan kir, ji bo hilweşandina faşîzmê û bidawîbûna tecrîdê divê her kes bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibe û berxwedanê geştir bike. Omar got, "Em pê piştrast in ku em ê bi ser bikevin, Rêberê xwe azad bikin."