Heyeta PÇDK’ê hevdîtin bi Nûşîrwan Mistefa re çêkir

Heyeta PÇDK’ê hevdîtin bi Nûşîrwan Mistefa re çêkir

Heyeta PÇDK’ê bi tevlêbûna Hevserokê partiya xwe Diyar Xerîb re çûn serdana Tevgera Goran.

Heyeta Partiya Çareserî û Demokrata Kurdistanê (PÇDK) kû di nav de Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb, endama desteya rêvebir û berpirsyara giştî ya têkiliyên PÇDK’ê Zeyneb Germiyanî, rêveberê PÇDK’ê yê Silêmaniyê Mihemed Abdullah çûn serdana Tevgera Goran. Hevdîtina kû li navenda giştî ya Tevgera Goran ya li bajarê Silêmaniyê pêkhatî ji aliyê Serokê Tevgera Goran Nûşîrwan Mistefa ve hat pêşwazîkirin. Têkildarî hevdîtina PÇDK û GORAN Endamê Desteya Rêvebir ya PÇDK’ê Azad Şêxanî wiha axivî: “Armanca vê serdana me di çarçoveya peywendiyên me yên bi partiyên siyasî re bû. Ev hevdîtina me jî di payeya Hevserokê me Diyar Xerîb û Serokê GORAN Nûşîrwan Mistefa de pêkhat. Di hevdîtinê de herdû aliyan piştgirî da demokratîkbûna Herêma Kurdistanê û dan diyar kirin kû jibo Herêma Kurdistanê Demokrasî di her qadê de were pêşxistin pêwistî bi gavên stratejîk yên hevbeş heye. Herwiha jibo serxistina sîstemek siyasî kû hemû nûnertiya hemû aliyan cihê xwe têde bigre hate axaftin.”

Şêxanî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em wek PÇDK di proje û programên xwe yên jibo demokratîzekirina sîstema sîyasî ya Herêma Kurdistanê bi GORAN re pir nêzîkî yekîn. Şêxanî destnîşan kir kû hem niha hem jî ji bo dema pêş em girîngiyê didîn bername û xebata hevbeş ya hev de. Di daxiya axaftina xwe de got li ser mijara guhertina destora Herêma Kurdistanê û hilbijartina serokê Herêmê de jî em hevfikir bûne.