Heyeta Norveçê: Me hevkariya leşkerên Tirk û DAIŞ’ê dît

Heyeta Norveçê: Me hevkariya leşkerên Tirk û DAIŞ’ê dît

Rêveberên Partiya Sor a Norveçê Erlîng Folkvord û Sveîn Olsen ku çûn sînorê Kobanê, bi semînerekê tiştên ku jiyan bi raya giştî re parve kirin. Heyetê diyar kir ku ew bûne şahidê hevkariya leşkerên Tirk û DAIŞ’ê.

Rêveberên Partiya Sor a Norveçê Erlîng Folkvord û Sveîn Olsen tevlî semînereke ku li Komeleya Çanda Kurd pêk hatin bûn û çar rojên ku li sînorê Pirsûs-Kobanê derbas kirin vegotin. Norveçî jî têde gelek kes tevlî semînerê bûn. Heyetê wêne û vîdeoyên kişandibûn li vir nîşan dan.

Di dîmenan de  tê dîtin ku leşkerên Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re hevkariyê dikin.

Sveîn Olsen di semînerê de axivî, diyar kir wê Kobanê nekeve û wiha got: “Li sînor leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ’ê di nava hevkariyê de ne. Çete bi rehetî sînor derbas dikin, êrîşan dikin. Li dijî vê gelê sivîl rastî astengiya leşkerên Tirk tê. Lê tevî her tiştî jî wê Kobanê nekeve.

Erlîng Folkvord jî got ku wan li Bakurê Kurdistanê gelek serdan pêk anîne û got: “Em bi rayedarên HDP û Asurî-Suryanî re hatin cem hev. Bi taybet Suryanî ji pergala Rojava gelek kêfxweş in. Dibêjin pergala Rojava pergala me ye. Li Rojava ne tenê Kurd, hemû gel bi hev re dijîn.”