Heyeta KNK'ê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya re rûnişt
Heyeta KNK'ê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya re rûnişt
Heyeta KNK'ê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya re rûnişt
Heyeta KNK'ê bi rayedarên Wezaret Karên Derve ya Rûsya re hevdîtinek kirin.
Heyeta KNK'ê ya ji nûnerê KNK'ê yê li Rûsyayê Selahattîn Soro, Serokê Yekîtiya Civakên Kurd ên Sivîl a Navneteweyî Merab Şamyev, Serokê Otonomiya Federal a Çandî ya Netewî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev û Nûnerê PYD'ê yê li Rûsyayê Selam Elî pêk hat, bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bagdanov û Alîkarê Serokê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Venyamîn Şûvalov re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de li ser qewimînên li Kurdistan û Rojhilata Navîn nêrîn hatin parvekirin û hat destnîşankirin ku krîza li Rojhilata Navîn ne tenê welat û neteweyên herêmê bandorê li tevahiya cîhanê dike.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov da xuyakirin ku hevdîtinên bi nûnera Wezareta Karên Derve ya Rojava Emîne Osê re, gava destpêkê ya têkiliyên bi rêveberiya xweser a li Rojava re ye.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve diyar kir ku di pêvajoya ji niha û pê ve de wê têkiliyên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi Kurdan re dewam bikin û xurtir bibin.
Li dû hevdîtina ji saet û nîvekê, heyeta KNK'ê dosya li ser rewşa li Kobanê û 7 pêşniyaran pêşkêşî rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê kir.