Heyeta KCD, HDP û DBP’ê kampa Newrozê ziyaret kir

Heyeta KCD, HDP û DBP’ê kampa Newrozê ziyaret kir

Heyeta KCD, HDP û DBP’ê ku îro di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bûn, hat serdana kampa Newroz û rewşa koçberan ji nêz ve şopand. Heyetê her wiha Goristana Ş. Xebat ziyaret kir.

Heyeta KCD, HDP û DBP’ê ku li Qendîl û Hewlêr hevdîtin pêk anî, îro derbasî Rojava bû. Heyeta ku ji Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, parletmenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, parlementerê Mêrdînê Erol Dora, nûnerên DBP’ê yê Hewlerê Cemal Coşkûn û Aslan Emîn Gul pêk tê, îro saet di 10’an de ji Duhokê hatin deriyê sinor ê Sêmalka û derbasî Rojava bû.

Heyet li deriyê sînor ji aliyê rayedarên hikûmet û Meclîsa Qanûnsaz ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê û Rêveberên TEV-DEM’ê ve hatin pêşwazî kirin. Heyet piştre hat serdana kampa Newrozê ku koçberên Şengalê têde bi cih bûne.

Heyet ji aliyê rêveberên Kampê Hekîm Mustefa, Umer Çawîş û saziyên alîkariya mirovahî ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de Ahmet Turk axivî û diyar kir ku gelê Êzidî li navçeya Şengalê gelek êş û azar kişandine. Turk got ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî gelê Êzidî bi berxwedanê hebûn û baweriya xwe heta niha parastine û berxwedana ku hêzên YPG, HPG û YBŞ’ê li hemberî êrîşên çeteyan nîşan dane silav kir. Turk destnîşan kir ku ev berxwedan serbilindiya gelê Kurd e.

Piştre Hevseroka KCD’ê Selma Irmak axivî û wiha got: “Beriya ku em serdana koçberên Rojava bikin, em çûn Şengalê û Laleşa Nûranî. Her wiha em çûn bajarê Ranya jî û me rewşa koçberan ji nêz ve şopand. Me der barê êşa gel de jî raporek amade kir û pêşkêşî aliyên têkildar kir.

Irmak got ku pêdiviya gelê Kurd bi hêzeke leşkerî ya hevpar ji bo parastina Kurdistanê heye.

Heyetê piştî ku bi koçberan re axivîn û li pirsgirêkên wan guhdarî kir, derbasî Goristana Şehîd Xebat a li bajarê Dêrikê bû. Endamên heyet li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin û piştre jî berê xwe dan bajarê Girkê Legê.

Endamên heyetê dê bi hevserokên Kantona Cizîrê Hediye Yûsif û Himêdî Deham re hevdîtinê pêk bînin.