Heyeta KCD-HDP-DBP bi hevserokên Kantona Cizîrê rûniştin

Heyeta KCD-HDP-DBP bi hevserokên Kantona Cizîrê rûniştin

Heyeta ku ji KCD, DBP û HDP'ê pêk tê piştî serdana Wargeha Newrozê çûn serdana Hevserokên Kantona Cizîrê û bi hevserokan re hevdîtin pêk anî.

Heyeta ku ji Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, parlamenterên HDP'ê Nazmî Gur û Erol Dora, HevşarEdarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Hevseroka Federasyona Êzidiyên Ewropayê Leyla Ferman, nûnerên DBP'ê yên Hewlêrê Cemal Coşkun û Şîlan Emînoglu piştî ku Wargeha Newerozê ziyaret kirin çûn serdana Hevserokên Kantona Cizîrê Himêdî El-Deham û Hediye Yusiv.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hevdîtina heyetê ya bi hevserokên Cizîrê re 30 deqe berdewam kiriye û hevserokên Cizîrê kêfxweşiya xwe ya hatina heyetê anîne ziman. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku ew ji nêz ve avabûna xweseriya demokratîk a Rojava dişopînin û wiha got: "Ev yek bi qasî destkeftiya Kurdan e ew qasî jî destkeftiya gelên herêmê ye."

Piştî hevdîtinê heyet ji bo bi Meclîsa Qanûnsaz a Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê re hevdîtinê pêk bîne derbasî Amûdê bû. Hat ragihandin ku heyet piştî hevdîtinê ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.