Heyeta jinên Kurd bi CPT’yê re hevdîtin pêk anî
Li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin, 19 roj li pey xwe hişt, li ser navê Tevgera Jinên Kurd heyetek bi CPT’yê re hevdîtin pêk anî.
Li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin, 19 roj li pey xwe hişt, li ser navê Tevgera Jinên Kurd heyetek bi CPT’yê re hevdîtin pêk anî.
Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza divê Komîteya Pêşîlêgitina Êşekceyê (CPT) bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û rewşa wî lêkolîn bike, hatibû destpêkirin dewam dike. Di çalakiya rûniştinê ya bi dehan sazî tevlî bûyî de îro li ser navê jinan heyetek bi rêveberên CPT’yê re hevdîtinek pêk anîn.
HAT DIYARKIRIN KU DIVÊ BI LEZGÎN HEVDÎTIN PÊK WERE
Heyetek li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E), îro bi rêveberên CPT’yê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de jinana diyar kirin ku divê bi lezgîn rêveberên CPT’yê bikevin nava liv û tevgerê hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne.
Di hevdîtinê de bal hate kişandina ser fikarên gelê Kurd, hat bibîrxistin ku ji Îlona 2016’an ve ti hevdîtin li gel Ocalan pêk nehatiye. Heyeta jinan, diyar kirin ku CPT ‘yekane saziye’ ku divê bi lezgîn bi rewşa Ocalan li cihê lê, lêkolîn bike û agahî bi raya giştî re parve bikin.
CPT DI FERQA REWŞÊ DE YE(!) LÊ
Rêveberên CPT’yê jî destnîşan kirin ku ‘rewş pir xeternak e’ dîsa weke sazî rewş bi mercên pêve girêdayî ve girê da. Rêveberan diyar kirin ku ji ber destûrên ku CPT neçare rêz jêre bigire nekare daxuyanî bide, heyetekê bişînin jî ti rayeya daxuyanî dayînê di destê wan de nîne.
Piştî hevdîtinê ji aliyê heyeta jinan ve daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin: “CPT heman tiştan dubare dike û ji erkên xwe yên jê berpirs direve.”
NÊZÎKATIYÊN CPT’YÊ BI TUNDÎ HATIN ŞERMEZARKIRIN
Di dewama daxuyaniya helwest û nêzîkatiyên CPT’ê bi tundî hate şermezarkirin de ev tişt hate gotin: “Diyar kirin ku rewş xedar e, lê nikarin tiştekê bikin. Eger niha heyetekê bişînin Tirkiyeyê jî wê di derbarê rewşê de ti daxuyaniyan nedin. Her wiha heta ku dewleta Tirk destûrê nedin wê nekarin encama hevdîtinê bi raya giştî re parve bikin. Wek Tevgera Jinê vê nêzîkatiya CT’yê şermezar dikin.
Di dewama daxuyaniya li ser navê Tevgera Jina Kurd hate kirin de wiha hate gotin: “Komîteya Pêşîlêgirtina Nêzîkatiyên Xirab ên Dij Mirovan û Êşkenceyê (CPT) rola xwe ya esasî nalîze, me daxwaz kir ku erkên xwe bi cih bînin. Em cardin dibêjin; heta em agahiyek ji Rêberê xwe bigirin, heta bigihê azadiya xwe ya fîzîkî wê çalakiyên me yên li vir wê bidomin.”
JIN WÊ SIBE LI NAVENDA BAJÊR BELAVOKAN BELAV BIKE
Di daxuyaniyê de Însyatîfa Jinan a Zîn a Strasboûrgê wê sibe di roja 20’an a çalakiyê de wê li Place Kleber a li navenda bajarê Strasborûgê wê têkildarî rewşa dawî ya Ocalan û derbarê çalakiyê belavokan bi armanca agahdarkirinê belav bikin.
Di dawiya daxuyaniya li ser navê tevgera jinê hate kirin de banga hê xurtir tevlî çalakiyan bibin hate kirin.