Heyeta Jinan a Kurd bi endamên Senatoya Îtalya û Parlamentoyê re rûniştin
Heyeta Jinan a Kurd bi endamên Senatoya Îtalya û Parlamentoyê re rûniştin
Heyeta Jinan a Kurd bi endamên Senatoya Îtalya û Parlamentoyê re rûniştin
Heyeta Jinan a Kurd li Roma rêzêhevdîtinek pêk anîn. Di heyetê de li ser navê jinên Kurd endama Komîsyona Karên Derve a KNK’ê Ozlem Tanrikulu, nûnera Tevgera Jinan a Navneteweyî Nursel Kiliç û Nûnera Kantonên Rojava ya Ewropa Sînem Muhammed beşdar bûn. Di hevdîtinan de mijara sereke ya hat nîqaşkirin berxwedana jinên Kurd a li Rojava bû.
VEKIRINA KORÎDORA JI BO KOBANÊ HAT XWESTIN
Di hevdîtinên serê sibehê 08:00’an de destpê kirin, Alîkara Serokê Senatoya Îtalya Valerîa Fedelî û endamê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Senato Luîgî Manconî heyet pêşwazî kir. Maseya çapemeniyê ya fermî ya parlamentoyê jî hevdîtin şopand. Mijara sereke ya hevdîtina ku bi qasî saetek û nîvê dewam kir berxwedana jinan a li Rojava bû. Di hevdîtinê de hat xwestin ku ji bo Kobanê korîdoreke alîkariyê ya însanî bilez bê vekirin, ji bo kesên koç kirine kampên penaberan bikevin bin ewlehiya civaka navneteweyî, alîkariya însanî bi rêya saziyan bigihêjin Rojava.
Di hevdîtinê de plaketa fermî ya senatoya Îtalyan dan heyeta ku li ser navê 3 saziyan di hevdîtinê de amade bûn.
ÇALAKIYA ARÎN MÎRXAN HAT AXAFTIN
Heyetê duyemîn hevdîtina xwe li ser banga parlamentera partiya Demokrat a Rosa Calîparî bi endamên Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoyê û Komîteya Ewlekariyê re pêk anîn. Heyetê der barê pêşveçûnên Rojava de heyet agahdar kir. Di hevdîtinê de Serokê Komîsyonê Fabrîzîo Cîchîtto got ku çalakiya Arîn Mîrkan bi wate dibîne. Heyetê di hevdîtinê daxwaza vekirina korîdoreke însanî kirin.