Heyeta ji bo leşkerên dîl teslîm bigirin çûn Şirnexê

Heyeta ji bo leşkerên dîl teslîm bigirin çûn Şirnexê

Heyeta ku 6 kesî pêk dihat ji bo ku 8 kesên ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve dîl hatibûn girtin, teslîmî malbatê wan bikin berbi Şirnexê ve ketin rê.  Hate diyar kirin ku, heyet dê sibê ji Deriyê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û 8 peywirdarên dewletê teslîm bigirin.

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Genç a Çewlîk, navçeya Licê ya Amedê, Şirnex, Muş û Wanê di dîrokên cuda de leşker û peywirdarên dewletê  binçavkiribûn. Ji bo ku ev 8 kes teslîm bên girtin, heyetek hat ava kirin û çûn Şirnexê. Heyet îro dê li Şirnexê bimîne û sibê ji Deriyê Xabûrê derbasî Başûr be.  Parlamenter Sebahat Tucnel, Husamettîn Zenderlîoglu, Adîl Kurt,  Serokê gitşî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, Serokê MAZLUM-DER’ê Ahmet Faruk Unsal di heyetê de cih digirin.  Hate diyar kirin ku, malbatên dîl girtiyan jî dê bi heyetê re biçin.

Navê kesên ku bên berdan wihane; Endamê qeymeqamtiyê Kenan Erenoglu, Berbaz Abdullah Sopçeler, Çawîşê Pispor Zîhnî Koç, Pisporê Çawîş Kemal Ekîncî, leşker Hadî Gîzlî, Ramazan Başaran, Reşat Çeçan û polîs Nadîr Ozgen.