Heyeta Îmraliyê wê bi Akdogan re hevdîtinê bike

Heyeta Îmraliyê wê bi Akdogan re hevdîtinê bike

Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, wê bi Alîkarê Serokwezîr Akdogan re hevdîtinê bike. Rojeva bingehîn a hevdîtinê, diyarkirina dema çûyîna Îmraliyê ya heyetê ye.

Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, îro bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtinê dike.

Hevdîtin wê li avahiya navendî ya Serokwezaretiyê saet di 13'an de destpê bike.

Di hevdîtinê de wê mijarên; ji nû ve vekirina rêyên diyalogê yên piştî çalakiyên destekkirina Kobanê hatin girtin û diyarkirina dema hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bên nirxandin.

Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, herî dawî di 22'ê Cotmehê de bi Ocalan re hevdîtin kiribû. Ji bo hevdîtinê di 5'ê Mijdarê de serî li hikûmetê hatibû dayîn.