Heyeta HDP'ê ku wê bi nûnerên Partiya Çep, Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Keskan re li Meclîsa Federal hevdîtinê bike, ji van kesan pêk tê:
"Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Tûba Hezer, Nûrsel Aydogan, endama Desteya Rêveber a HDP'ê Fîlîz Koçalî, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, ji nûnerên HDP'ê yên li Elmanyayê Sînan Onal, akademîsyen Nazan Ustundag, Mûzaffer Kaya, rojnamevan Îsmaîl Eskîn û Hayko Bagdat."
Heyet wê ji Meclîsa Federal a Elman bixwaze ku li dijî êrîşên li ser Efrînê bikeve nava liv û tevgerê. Bi navê heyetê agahî ji çapemeniyê re hate dayin û ev bang hate kirin:
"Ev êrîşên ku hefteyek li dû xwe hişt, bi çekên herî pêşketî yên hewayî û bejahî tên kirin. Li gorî agahiyên tên, heta niha bi sedan sivîl hatine kuştin. Her wiha tê gotin ku napalm jî hatiye bikaranîn. Ev yek me dixe nava tirs û fikarên gelekî giran. Siyaset û raya giştî ya cîhanê û Ewropayê baş pê zane ku hikumeteke Tirk a nikare bê kontrolkirin berê jî komkujiyên bi vî rengî kiriye.
Li Tirkiyeyê bilêvkirina gotina aştiyê jî dikare bibe hinceta girtinê. Zexteke gelekî giran li ser HDP'ê heye. Li ser mûxalîfên ku aştî û çareseriyê dixwazin zexteke gelekî giran heye. Divê civaka navneteweyî li ber vê rewşê rabe. Parlamenta Elmanyayê divê derhal helwestekê li dijî van êrîşan nîşan bide. Daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hatiye dayin têrê nake. Divê Tirkiye vê dagirkeriyê biqedîne."