Heyeta HDP’ê li Manîsayê ye: Ligel qirkirina xwe ya siyasî ew têk diçin!

Osman Baydemîr û Ertûgrûl Kurkçu yên HDP’yî beşdarî rûniştina li Manîsayê bûn û diyar kirin ku AKP ligel qirkirina siyasî tu encam bi dest nexistiye.

Osman Baydemîr û Ertûgrûl Kurkçu yên HDP’yî beşdarî rûniştina dozê bûn ya ku 150 endamên HDP’ê lê tê darizandin.

Li vê derê Osman Baydemîr û Ertûgrûl Kurkçu daxuyanî dan.

BAYDEMÎR: DEMA KU DESTHILATDARIYA WAN JI DESTÊ WAN DIÇE ŞER DIDIN DESTPÊKIRIN

Osman Baydemîr li vê derê got ku,

“Em li ser navê HDP’ê hatine şopandina doza li vê derê. Zû yan jî dereng wê azadî were. Ji bo vê jî divê têkoşîn were kiri. HDP’ê têkoşîna vî tiştî dike. Lê AKP ya ku desthilatdariya xwe ji dest dide ji bo ku careke din bibe hikumet ev welat kir gola xwînê.

Heta niha bi kêmanî 10 hezar însan hatin binçavkirin û 5 hezar însan jî hatin girtin. Bi van girtinan re çi ket destê we?

Ji girtina pêşîn 23 meh derbas bûye lê hê nû derdikevin dadgehê. Divê yên ku ev kes girtine ji van kesan lêborînê bixwaze û tazmînatê bide van kesan.

Ev girtin li ser siyaseta demokratîk êrîşek e. Heke li Manîsayê hevserokên HDP’ê yên bajar û navçeyan nikaribin siyaseteke legal bikin, nexwe li vî bajarî demokrasî tune. Ev girtin tê wateya êrîşa li ser demokrasiyê”

KURKÇU: DOZEKE KARÎKATURÎ!

Ertûgrûl Kurkçu jî axivî û got, “2 sal in hevalên me hatine girtin û li benda darizandinê ne. Wekî ku tê dîtin ev dozeke karîkaturî ye. Divê ev îddîaname were redkirin û dozgerê ku ev doz vekiriye divê ji peywirê were stendin. Yên hatine sûcdarkirin bêsûc in û yên îddîakar jî sûc dikin. Heke ev kesên girtî serbest neyên berdan wê ev sûc bidome.