Heyeta FKE bi sefîrê Îtalya Vîtola re rûnişt
Heyeta FKE bi sefîrê Îtalya Vîtola re rûnişt
Heyeta FKE bi sefîrê Îtalya Vîtola re rûnişt
Rayedarên FKE ji bo balê bikişînin ser komkujiya dijî Êzidiyan sefaretxaneya Elmanya û Îtalyan ziyaret kir. Heyeta FKE ji Îtalyan xwest ku alîkariyê bidin penaberên Êzidî.
Federasyona Komeleya Êzidîyan (FKE) ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dijî Êzidiyan li qadên navneteweyî de hevdîtinan pêk tînin. Heyeta ku ji Serokê FKE Alî Atalan, endamê Desteya Rêveber Yilmaz Gunay û endamê komîsyona Jinan Nûrê Alkiş pêk dihat Sefaretxaneya Îtalyan ziyaret kir.
Heyeta FKE ku li vir li gel Sefîr Andre Vîtola re hat gel hev, têkildarî komkujiya li Şengalê û rewşa koçberiya Êzidiyan agahî dan û daxwaza alîkarî dayînê kirin.
‘YA LI ŞENGALÊ HAT KIRIN QIRKIRIN E’
Serok Alî Atalan ê têkildarî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat de agahî dan û got; “Em bi Sefîrê Îtalyan Andre Vîtola re hatin gel hev û me hin daxwaz kirin. Me hem der barê komkujiyê de agahî da Îtalyan û hem jî daxwaza alîkarî dana Êzidiyên ku niha li kampên Rojava û Bakurê Kurdistanê dimînin kir. Me ji bo ji nû ve mercên kampan li gor zivistanê bên dizaynkirin daxwaza alîkariyê kir û ji bo ev komkujiya li ser Êzidiyan hatiye kirin di platforma navneteweyî de weke qirkirin bê qebûlkirin daxwaza hildana vê rolê kir. Her wiha me daxwaza ku li Iraqê di serî de Êzidî ji bo hemû kêm maran xweserî bê qebûlkirin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê di qada navneteweyî de wek yekîneyên parastina rewşa bên pejirandin kir.”
Atalan got ku Sefîr Vîtolan ê ew bi germî pêşwazî kirin diyar kir ku teqez divê alîkariyên însanî bên kirin û ji bo kêman li Iraqê dijîn xweserî pêwîst e.
Atalan diyar kir wê sefîr hemû daxwazên wan ji bo Wezareta Karên Derve ya Îtalyan ragihîne.
Serokê FKE’ê Atalan got ku wê di serê Cotmehê de ji bo li Parlamentoya Ewropa bale bikişînin ser komkujiya Êzidiyan lidarxistina konferansekê plan dikin û di vê çarçoveyê de hewl didin ku di demên pêş me de bi Wezîrên Karên Derve yên Fransa, Îtalyan û Îngîlîstanê re bên gel hev.