Heyeta Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi Macron re rûnişt
Heyetek ji Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Parîsê kir û bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûnişt.
Heyetek ji Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Parîsê kir û bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûnişt.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokkomariya Fransayê, Macron ji nûnerên Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re gotiye, "Wê piştgiriya xurt a Fransayê ya di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bidome."
MACRON SOZ DA KU WÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE
Qesra Elysee'yê ragihand, DAÎŞ hîn jî ji bo ewlekariya hevpar metirsîdar e û diyar kir, nexasim di mijara rewşa çeteyên DAÎŞ'ê yên hatine girtin û malbatên wan de wê piştgiriya wan a ji bo Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bidome.
Macron her wiha got, "Ji bo pêwîstiyên însanî û aramiya civakî-aborî ya civaka Sûriyeyê wê alîkariya malî bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, 1'ê Nîsanê dabû xuyakirin ku wê ji bo kampên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî ji bo kampa El Holê wê bi 1 milyon Euroyî alîkariyê bikin.
Di nava heyetê de ku bi Macron re hevdîtin kir, Hevserokê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîd Hemîd Mehbaş û ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Ebdullah jî hebûn. Heyetê piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê Û PIŞTGIRIYA MALÎ
Ebîd Hemîd Mehbaş li ser hevdîtinê bi Erebî axivî û Nûnerê PYD'ê yê Fransayê Xalid Îsa jî axaftina wî wergerand Fransî. Mehbaş diyar kir, di têkoşîna dijî terorîzmê de pêwîstiya rêveberiya xweser bi alîkariyê heye û got, Macron di vê mijarê de soza xwe dubare kiriye ku wê alîkariyê bidin.
Mehbaş got, "Serokkomar dubare kir ku wê Fransa ji bo rêveberiya xweser piştgiriya aborî û jinûve avakirinê bide."
DIVÊ LI SER SÎNORÊ BI TIRKIYEYÊ RE ARAMÎ HEBE
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de êrîşên Tirkiyeyê jî hatine nirxandin. Mehbaş got, "Serokkomar her wiha destnîşan kir ku divê li ser sînorê Tirkiyeyê aştî û aramî pêk were."
Mehbaş got, "Di serî de bi Tirkiyeyê re em dixwazin bi cîranan re têkiliyeke baş hebe."
DERIYÊN ME LI AŞTIYÊ VEKIRIYE
Mehbaş diyar kir, Macron gotiye divê piştgiriya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bidome û li ser pirsekê got, têkiliyên wan bi Rûsyayê re jî hene. Mehbaş got, "Derî hemû vekirî ne" û ji bo pirsa, "Rejîma Sûriyeyê jî di nav vê de heye yan na?" ev bersiv da: "Ji bo aştiya gelên Sûriyeyê, ji bo berjewendiyên gelan û pêvajoya derbasbûnê, em deriyan hemûyan vekirî dihêlin."
PÊŞNIYARA JI BO DADGEHA NAVNETEWEYÎ
Ji bo daxwaza darizandina çeteyên DAÎŞ'ê li dadgeheke navneteweyî ya li herêmê Mehbaş got, "Ev mijar hîn di asta nîqaşê de ye."
Mehbaş got, "Me ev pêşniyar li civaka navneteweyî kir. Me xwest ku hiqûqnasên navneteweyî jî tevlî bibin. Ji ber ku piraniya van terorîstan ji welatên biyanî ne."