Heyeta Ewropî li Amedê civînên xwe dewam dikin
Delegasyona navnetewî li Amedê civînên xwe didomîne.
Delegasyona navnetewî li Amedê civînên xwe didomîne.
Heyeta ku ji parlamenterên Parlamentoya Ewropa, Akademisyen û Rojnamevanan pêktê ku duh hatibûn Amedê, îro jî civînên xwe berdewam kir. Duh bi DTK, DBP, Baroya Amedê, ÎHD û saziyên civaka sivîl re hevdîtin kir. Heyetê îro bi şaxên Palatforma KESK û DÎSK’ê yên li Amedê û rojnamevanên ku li bajêr kar dikin re hatin gel hev. Heyetê di derbarê bûyerên dawî de, qeyumên ku şeredarî desteser kirine û ji kar derxistina karkeran, bi şêweyekî berfireh agahî girtin.
Heyet piştre bi xebatkarên ajansên nûçeyan, televziyon û xebatkarên radyo yên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (BHQ) hatîn girtin re civiyan. Heyeta ku bi saziyan re hevdîtin pêk anîn û di derbarê hevdîtinên xwe de wê qeyda wan agahiyan bigrin û dema derbasî welatên xwe bûn bikin rapor. Heyetê diyarkir ku piştî dawî hatina pêvajoya çareseriyê û şûnde windahiyên ku li herêmê, talankirin û kavilkirina bajaran em hewldin ku fêm bikin. Heyetê diyar kir ku piştî van hevdîtinan wê raporekê di derbarê serdana xwe de amadebikin û radestî Parlamentoya Ewropa, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bikin.
JI ROJNAMEVANAN AGAHÎ GIRTIN
Îbrahîm Aslan ê Edîtorê Jiyan TV ya ku hatiye girtin, heyet pirsa “Gelo televizyona we ji ber biryarê siyasî yan jî yê çandî hat girtin” pirsî. Aslan pirs bersivand û ragihand ku, biryar him siyasiye him jî çandî ye. Beriya pêvajoya şer televizyona me karê xwe dimeşand bi destpêkirina pêvajoya şer re ceza li televîzyona me birîn.
Li ser êrîşên çapemeniyê jî Edîtorê Nûçeyên Kurdî yê Ajansa Nûçeyan a Dîjleyê (DÎHA) Mehmet Elî Ertaş agahî da heyetê û diyar kir ku li Tirkiyeyê 151 rojnemevan girtîne, bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de, heta niha 68 saziyên ragihandinê hatine girtin, 27 nûçegihan hatine binçavkirin û ji van jî 7 hatine girtin.
Midûrê Giştî yê Gun TV a ku hatiye girtin Bariş Bariştiran jî diyar kir ku her demê li ser çapemeniya Kurd zext û çewisandin hebûn, piştî pêvajoya şer û hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûn de ve zext û êrîş hê zêdetir bûn. Bariştan bibîr xist ku di dema ‘derketina derve’ de li navçeya Farqîn a Amedê polîsna çek danîn ser serê nûçegihanên me, gelek nûçeyên me ji aliyê RTUK’ê ve hatin cezakirin.
Edîtora Kurdî yê Azadî TV a hatiye girtin Gulîstan Korhan jî destnîşan kir ku gelê Kurd ê ku xwedî nifusekî nêzî 40 milyone li Tirkiyeyê ti dezgehên çapemeniyê nemane ku agahiyan bigire ji derveyî TRT Kurdî ya li ser peyka TURKSAT’ê weşanê dike. Korhan diyar kir ku ne tenê zext li ser çapemeniya Kurdî heye, di serî de enstîtîya Kurdî jî di nav de bi sedan saziyên Kurdî hatin girtin.
Piştî hevdîtina heyetê ya bi xebatkarên çapmeniyê re, têkildarî rewşa Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten kişanak û Firat Anli agahî ji parêzer û endamên meclîsa şaredariyê girtin.
Hat diyakirin ku wê heyet sibehê li Stenbolê civînên xwe bidomîne.