Heyeta Elman: Li Tirkiyê tê xwestin ku ‘siltaniya modern’ were avakirin!

Partiya Çepgir a Elman û wekîlên Parlementoya Awropayê (PA) ên ku bi mebesta piştevaniya bi wekîlên HDP’ê re hatibûn Stenbolê, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Di civînê de Hevserokê Partiya Çepgir Rîexînger axivî û got piştevaniya wan a ji bo wekîlan wê berdewam be û got, li Tirkiyê tê xwestin ‘siltaniya modern’ were avakirin. Her wiha diyar kir ku ji bo referandûmê wê ji Elmanya heyetekê jî bişînin.

Hevserokê Partiya Çepgir a Elman Berng Rîexînger, Wekîlên Partiya Çepgir a Parlamentoya Ewropa Andrej Hunko, Martîne Mîchels ku bi mebesta hevgirtina Hevserok û wekîlên girtî yên HDP’ê hatibûn Stenbolê, li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê civîneke çapemeniyê dan. Di civînê de Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, wekîla HDP’ê ya Amadê Feleknas Ûca, Berpirsa Karê Derve ya HDP’ê Ayşe Berktay amade bûn. Di civînê li ser referandûmê û zextên ku zêde dibin hate axaftin. Her wiha nameya Hevşaredara Şaredariya Bajêrê Mezin a Amedê Gulten Kişanak hate xwendin.

RÎEXÎNGER: EM Ê ÇAVÊ XWE NEGIRIN

Piştî Kerestecîoglû Serokê Partiya Çepgir a Elmanya Bernd Rîexînger axivî û got serlêdana wan a ji bo ziyaretkirin wekîlan hatiye astengkirin lê li gel vê jî ew ê piştgiriya xwe bidomînin. Rîexînger diyar kir ku ew ê çavê xwe negirin ji tiştên ku li Tirkiyê dibin. Her wiha bi berdewamî diyar kir, ji bo ku hikûmeta Elmanya ya Federal di vê mijarê de bibe xwedî helwestekê ew ê zextan bikin. Li dijî hevdîtina Merkel-Erdogan jî got li Elmanya vê hevdîtinê rê li ber nerazîbûnên mezin vekiriye û Merkel bi vê hevdîtinê bi bêdengî destek daye Erdogan. Rîexînger diyar kir ku nayê qebûlkirin endamekî NATO’yê demokrasiyê ev qasî binpê bike.

 ‘TÊ XWESTIN KU DÎKTATORÎ AVA BIBE’

Rîexînger got pêla binçavkirinê ya li dijî HDP’yiyan duh dema ku bi parêzerên wekîlên HDP’ê re axivîn bihistîne û got, bi girtinan dixwazin muxalefeta ku dikare beriya refefandûmê alternatîfekê bidin, asteng dikin û got: ‘’Ti têkiliya vê bi demokrasiyê û dewleta hiqûqê re nîn e’’. Rîexînger diyar kir ku nayê qebûlkirin wekîlên HDP’ê girtîbin. Her wiha li ser îxraca bi sed hezaran kesî jî got bi vê dixwazin tirsê serwer bikin û dîktatoriyê ava bikin.

 ‘ERDOGAN DIVÊ JI BO G20 NEYÊ VEXWENDIN’

Rîexînger diyar kir tekane sedema ku hikûmeta Elman bi Erdogan re hevdîtin kirî peymana koçberan e. Rîexînger bi berdewamî got: ‘’Erdogan gefan dixwe û dibêje ku Şansolyaya Elman zextê bike ew ê sînoran veke û ev gef bi kêr jî hat.’’ Rîexînger diyar kir ku ew weke partiyên çepgir tim bi çavekî gemarî li vê peymanê dinêrin û got, ‘Biya me Yekîtiya Ewropa di nav xwe de rêyên din dikare bi kar bîne û penaberan dikare hembêz bike’’ Rîexînger diyar kir, ji bo ku Erdogan ji bo civîna G20 neyê vexwendin ew ê zextê bikin.

Têkildarî referandûmê jî wiha got: ‘’Bêguman ji referandûmê wê çi biryar derkeve gelê Tirkiyê wê biryarê bdie. Lê ji bo demokrasiyê em dixwazin ‘NA’ derkeve. Em jî difikirin ku di referandûmê de komîsyonekê bişînin.’’

HÛNKO: EM Ê ÇAVDÊRAN BIŞÎNIN REFERANDÛMÊ

Andrej Hûnko, Wekîlê Parlmentoya Ewropa a Partiya Çepgir ji bo ku nehiştin wekîlên HDP’ê ziyaret bikin helwest nîşan da û wiha got: ‘’Em ê bi rewşeke nû re hevrû ne’’ Hûnko diyar kir 2010’an wan karîbûya wekîlên girtiyan ziyaret bikin lê vê carê serlêdana wan jî hatiye redkirin. Hunko diyar kir ku ew ê şandeyeke çavdêr bişînin referandûmê û got di guherîna destûrê ya wiha girîng de divê kêmahî û zêdehiyan wan bi rehetî werin nîqaşkirin û wiha pê de çû: ‘’Lê mixabin li Tirkiyê ev rewş nîn e. Me weke Konseya Ewropayê meha Çile têkildarî refenradûmê me hevdîtinek kir û biryar da ku 16’ê Nîsanê şandeyeke çavdêr a ji 30 kesî pêk tê bişînin.’’

MÎCHELS: HIKÛMET DIXWAZE MUXALEFETÊ BÊDENG BIKE

Wekîlê Partiya Çepgir a Parlamentoya Ewropa Martîna Mîchels jî got: ‘’Weke wekîlek Parlamentoya Ewropa min nekarî ku hevdîtinê bikim. Li vir tişta ku hikûmet dixwaze bike ew e ku dixwaze muxalefetê bêdeng bike, bipirnisîne’’ Mîchel diyar kir ku azadiya derbirînê, maf û azadiyên sereke li Tirkiyê hatine binpêkirin û ev tişt anî ziman: ‘’Me serbestiya vîzeyê red kiriye. Hêvî dikim ku wiha derbas bibe. Ji bo ku PA ji dewrê were derxistin di serî de Merkel û bi serokdewletên din re hevdîtin têne kirin.’’

KERESTECÎOGLÛ: BANDORA GILOKA BERFÊ

Kerestecîoglû jî got: ‘’Em hêvî dikin ku li hemû dinyayê maf û azadiya ramanê hebe, li dijî bilindbûna rastgiriyê çepgir bi hev re tevbigerin. Em hêvî dikin ‘’Na’’ li hemû dinyayê bandora giloka berfê nîşan bide.