Heyeta CPT lêkolînên xwe yên li Tirkiyeyê qedand
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ji bo rewşa qereqolan, girtîgeh û navendên vegerandinê lêkolîn bike, heyetek şand Tirkiyeyê.
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ji bo rewşa qereqolan, girtîgeh û navendên vegerandinê lêkolîn bike, heyetek şand Tirkiyeyê.
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ji bo rewşa qereqolan, girtîgeh û navendên vegerandinê lêkolîn bike, heyetek şand Tirkiyeyê. Heyetê li Êlih, Sêrt, Amed, Enqere, Stenbol, Trabzon û Îzmîrê lêkolîn kir. Di rojeva heyetê de Girtîgeha Îmraliyê jî hebû, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin.
Heyeta CPT, ku serokê wê Wolfgang Heînz bû, di 10'ê Gulanê de dest bi lêkolînên xwe yên li Tirkiyeyê kir û duh qedand. Di nava heyetê de 6 pispor û psîkiyatrîst hebûn. CPT der barê armanca serdanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand:
"Armanca esasî ya serdanê, lêkolînkirina muayeneya kesên ji aliyê polîs/jendermeyan ve tên binçavkirin, rewşa saziyên ceza yên ji bo biyaniyan hatine amadekirin û navendên binçavkirinê bû. Delegasyonê bi vê armancê li cihên cuda yên welêt, bi kesên li navendên binçavkirinê binçavkirî ne, rûnişt. Heyetê di dema serdanê de bi meqamên pêwendîdar re, hin mijarên li ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, nirxand."
Heyetê di dema serdanê de bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû û rayedarên Wezareta Edaletê re jî rûnişt. Der barê îdîayên li ser îşkenceya li kesên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatine binçavkirin, heyet bi Serdozgerê Komarê yê Enqereyê re rûnişt.
Heyeta CPT bi Ombûdsmanê sereke Şeref Malkoç, nûnerên Oîfsa Enqereyê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û rêxistinên civakî yên sivîl re civîn lidar xist û pêş lêkolînên xwe bi meqamên Tirk re parve kir. Di nava cihên ku heyetê serdana wan kirine de, Midûriyeta Emniyetê, hin yekîneyên ser bi Jendermeyan û navendên vegerandinê yên îdareya koçberiyê yên li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Êlih, Amed, Sêrt û Trabzon hebûn. Heyetê her wiha serdana Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kir, ku timî bi pirsgirêkan dikeve rojevê û bi mehkûman re axivî.
Heyet wê piştî serdanê raporekê amade bike. Lê belê ji ber ku heyetê raporên xwe yên li ser serdanên berê eşkere nekir, vê yekê rê li ber nîqaşê vekiribû. Herî dawî Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kiribû ku rapora CPT ji aliyê hikumetê ve hatiye astengkirin û mijar bi pêşniyar pirsekê xistibû rojeva meclîsê.