Heyeta CPT’ê da xuyakirin ku Îmrali ziyaret kirine

Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê da xuyakirin ku 28-29’ê Nîsanê Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kirine.

Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê da xuyakirin ku 28-29’ê Nîsanê Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kirine.

Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “Heyeteke ji CPT’ê 28-29’ê Nîsanê Gîrtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ziyaret kiriye.

Hedefa ziyaretê, lêkolîna şertên 4 girtiyên li girtîgehê, bê ka pêşniyarên sala 2013’an hatine kirin Tirkiye bi cih tîne an na bû. Bi taybet ji bo dîtina pêşniyarên aktîvîteyên kolektîf ên girtiyan û mijarên ziyaretên bi parêzer û xizmen re bû.

Heyetê piştî ziyaretê, bi Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Midûrê Girtîgeha Îmraliyê Enîs Yavûz Yildirim, bi 4 rayedarên ji wezaretên edalet û karên derve re hevdîtin pêk anîne û çavdêriyên xwe ragihandine.

Heyeta CPT’ê, ji Serokê Heyetê Mykola Gnatovsky, endamê CPT’ê Hans Wolf , şefê beşa sekretaryaya CPT’ê Mîchael Neûraûter pêk dihat.”