Heyeta Bexdayê piştî Hewlêrê li Silêmaniyeyê ye

Heyeta Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ku ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Bexdayê berê xwe da Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyeyê dest bi danûstandinan kir.

Beriya demek kurt Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî li gel şandeya bilind ya ewlekariyê gihişte Silêmaniyê.

Qasim Erecî li gel şandeya bilind ya ewlekariyê beriya çend rojan serdana Hewlêrê jî kiribû. Di çarçoveya bertek û helwestên li dijî êriş, dagirkerî û leşkerkêşana dewleta Tirk a dagirker ya berdewam li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî yekem helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kiribû. Sudanî di civîna Encûmena Wezîran de tekezî kiribû ku ew destdirêjî û binpêkirinên Tirkiye yên li ser xaka xwe qebûl nakin.

Li ser biryara Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, di 11’ê Tîrmehê de şandeyek bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî,  ji bo rewşa ewlehiyê ya li Herêma Kurdistanê, êriş, dagirkerî û leşkerkêşan û avakirina xalên kontrolê li sînorê parêzgeha Dihokê bişopîne, serdana Hewlêrê kiribû.

Hêjayî gotinêye êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Li gel êriş û bombebaranên li ser deverên niştecihbûnê û zeviyên welatiyan, duh bi şev bi dîmenan derket holê ku artêşa Tirk bi tank û wesayîtên zirxî ketiye nav bajarokê Amêdiyê.